Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dayin

Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dayin

Oslo- Yekitiya Ewropayê (YE) hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin. Sedema nîşandana YE’yê ya Xelata Nobelê eve ku piştî Şerê Duyemîn yê Cihanê ‘Projeya Aştiyê’ ya herî serkeftî ye.

Komîteya Aştiyê ya Nobelê da zanîn xelatkirina YE’yê ya 2012’an ji ber pitşgiriya Ewropayê aştiyê bi yek dengî hatiye qebûlkirin.serokê Komîteyê Thorbjoern Jagland wiha got: “YE, ev 60 sal zêde ji bo mafê mirovan, demokrasî, lihekvirin û aştiyê xizmetê dide.”

Komîteya Nobelê piştî îlan kir ku Yekitiya Ewropayê xelat qezenc kiriye, serokê parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz daxuyanî da û diyar kir ku ew bi vê xelatê gelek kêfxweş bûne.

Îsal 231 kes û lijne ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê wek endam hatibûn nîşandan. Di nava van berendaman de serokwezîrê berê yê Almanyayê Helmut Kohl, serokê berê yê DYA’yê Bill Clînton, serokwezîrê Myanmar Theîn Seîn û damezrînerê Wîkîleaksê Julian Assange hebû.

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2011’an di navbera serokomarê Lîberyayê Elln Johnson-Sîrleaf, ji aktîvîstên ku xwestin şerê Lîberyayê bi dawî bike Leymah Gbowee û aligrê demokrasiyê yê Yemenî Tavakkul Karman ve hat parvekirin.