Xebatên restorekirina Keleha Wanê didomin

Xebatên restorekirina Keleha Wanê didomin

Xebatên restorasyona Keleha Wanê ku du erdhejên mezin lê xistin, piştî erdehjê car din dest pê kir. Di encama xebatan de heta niha 650 metre diwarên kelehê hatine restorekirin. Tê diyarkirin ku dê bajarê kevin yê Wanê ku li ber kelehê ye jî bê restorekirin û ji turîzmê re were vekirin.

Keleha Wanê beriya zayînê 900-600’an de li kêleka Gola Wanê ji aliyê Qralê Ûrartuyan 1’emîn Sardur ve hatiye çêkirin. Bajarê Wanê ku di dema Ûrartuyan de navê wê Tûşba bû demek dirêj paytextî ji Împaratoriya Ûrartuyan re kiriye.

Keleh jî ji wê demê heta niha li ser piyan dimîne. Temenê kelehê li gor lêkolînan 2 hezar û 850 sal in. Nêzî 13 qralên Ûrartuyan li ser vê kelehê desthilatdarî meşandine. Keleh, 120 metre berfireh e û nêzî 100 metreyan jî bilind e. Li ser kelehê biryargehên şer, sarnicên avê, şkeftên bi dest hatine kolandin û bircên nobetê ji dema Ûrartuyan mane. Di dema ku bahar gihiştiye destê misilmanan wê demê jî li ser kelehê û derdora wê gelek mizgeft hatine çêkirin. Ji van mizgeftan hinek piştî restorasyonê îro ji îbadetê re hatine vekirin.

650 METRE DÎWAR HATIYE ÇÊKIRIN

Li gel ku ev bi salane Keleha Wanê ji çarenûsa xwe re rûbirû hiştin û piştguhkirin, gelek beden û diwarên wê hilweşiyan. Çend sal beriya niha Wezareta Çand û Turîzmê ji bo restorasyonê îhale vekiribû. Piştî îhale hat pêkanîn xebatên restorasyonê jî dest pê kir. Heta ku li bajarê Wanê du erdhejên mezin pêk hat xebatên restorasyonê dewam kir.

Di encama erdheja Wanê de gelek cihên ku nû hatine çêkirin hilweşiyan, lê kevnareyên berê hatine çêkirin tiştek lê nebû. Piştî erdhejê vê havînê niha li keleha Wanê xebatên restorasyonê car din dest pê kiriye. Di encama duyemîn pêngava restorasyonê de hat diyarkirin ku heta niha 650 metre bedenên kelehê ji nû ve hatine çêkirin.

Ji bo xebatan Wezareta Çand û Hunerê milyonek û 609 TL pere hatiye veqetandin. Di encama xebatan de wê ji bo welatiyan her wiha terasên temaşekirinê jî werin çêkirin. Dîsa lêkolînên arkeolojiyê yên li ser bajarê Wanê ê kevin jî didomin. Tê gotin ku dê bajarê kevin ku li ber Keleha Wanê ye ji nû ve were avakirin û ji turîzmê re were vekirin. Li gel van xebatên ku têrê nakin, li derdora kelehê hêj gelek kevnareyên berê li benda temîrkirinê ne. Dema ku xebatên restorasyonê yên îsal bi qedin wê ji sedî 80 Keleha Wanê were temîrkirin.