BI DÎMEN

Wêneyên Rojava li Parlamenta Ewropayê tên nîşandan

Li Parlamenta Ewropayê, pêşangehek ji wêneyên Rojava hat vekirin. Di vê pêşangeha ji wêneyên Thomas Schmîdînger pêk tê de, tevî şervanên YPJ'ê pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê tê vegotin.

Zanyarê Siyasetê û Antropologê Çandî yê Awûstûryayê Thomas Schmîdînger, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava gelek caran çû herêmê û pirtûk nivîsand, vê carê jî wêneyên li Rojavayê Kurdistanê kişandî bi pêşangehekê nîşan da. Pêşangeh li avahiya Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, bi merasîmekê hat vekirin.

Parlamenterê Koma Sosyal Demokrat a Parlamenta Ewropayê Josef Weîdenholzer ji vê pêşangehê re malovaniyê dike. Di pêşangehê de 32 wêne hene û wê hefteyekê vekirî be. Di pêşangehê de wêneyên şervanên YPJ, YPG, pêvajoya şoreşê ya li kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê tên nîşandan. Her wiha rengên Êzidî, Asûrî-Suryaniyan jî di wêneyan de tên nîşandan.

PARLAMENTER WEÎDENHOLZER: DIVÊ EM ALÎKARIYÊ BIDIN ROJAVA

Di destpêka merasîma vekirinê ya pêşangehê de Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Josef Weîdenholzer peyivî û bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê. Weîdenholzer got, "YPG û YPJ'ê di encama berxwedaneke mezin a ji 5 mehan de DAIŞ şikand û Kobanê azad kir. Ev yek di heman demê de serketina mirovahiyê bû. Pêwîstiya Kobanê bi alîkariya me heye. Divê Yekîtiya Ewropa alîkariyê bide Kobanê û Rojava."

SCHMÎDÎNGER: KURDAN SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK AFIRANDIN

Thomas Schmîdînger jî li ser rewşa li Sûriye û Rojhilata Navîn û dîroka şoreşa Rojava agahî da. Schmîdînger got, "Niha Êzidî, Asûrî-Suryanî, Ereb, Kurd bi hev re dijîn. Ev yek jî bi sîstema demokratîk a ji aliyê Kurdan ve hatiye afirandin, girêdayî ye. Ev wêneyên li pêşangehê jî pêvajoya şoreşê ya piştî sala 2011'an destpê kir û jiyana li Rojava vedibêje."

Piştî axaftinan hunermendê Kurd Salah Ammo hunera xwe pêşkêş kir.

PIRTÛKA 'ROJAVA'

Thomas Schmîdînger di heman demê de wêneyên li pêşangehê nîşan dide, di pirtûka bi navê "Rojava" de berhev kir û weşand. Di pirtûkê de tevî wêneyan bi zimanên Îngilîzî, Elmanî, Kurdî, Erebî, Ermenî û Asûrî-Suryanî, dîrok û pêvajoya şoreşê ya Rojava tê vegotin."

...