Wênekêş Suer, Amedê digihîne Dihokê

Wênekêş Suer, Amedê digihîne Dihokê

Di çarçoveya "Rojen Danasîna Amedê" wênekêş û rojnamevanê Kurd yê Amedî, Mehmet Masum Suer, li Dihokê pêşangehekê vedike û bajarê xwe bi wêneyan bide danasin.

Şaredarîya Navçeya Sûrê ya Amedê û şaredarîya Dihokê hevûdu weke ''şaredarîyên dost'' nas kiribûn û protokolek hevkarî û arîkarîyê îmze kiribûn. Beriya mehekê li bajarên Raniye, Silêmanî û Mexmûre pêşangehên Suer hatibûn vekirin lê ew bixwe nehatibû başûrê Kurdistanê.

Suer diyar kir ku, ji bo pêşangeha xwe ya Dihokê dê were başûrê Kurdistanê. Li bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistanê, wê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê ve, di navbera 27-31'ê tebaxê de, bi dirûşma "Amed bi bihara azadiya Dihokê şad dibe" mîhrîcana "Rojên Amedê" bê lidarxistin.

Di çarçoveya mihrîcanê de wênekeşê navdarê Amedî, Mehmet Masum Suer jî dê pêşangehekê veke. Pêşangeha Suer, di navbera rojên 27-31'ê tebaxê dê li Salona Panorama Azadî de bê vekirin. Di pêşangehê de dê 50 wêneyên ku cîh û warên dîrokî û çandî yên bajarê Amedê didein nasîn de cî bigirin.

Pêşangeha Suer li Dihokê, di du salên dawî de dê heftemîn pêşangeha hunermendê navbirî ye. Berîya du mehan li bajarên Raniye, Silêmanî û Mexmûrê 3 pêşangehên Suer hatibûn vekirin lê hunermend di van pêşangeha de amade nebibû.

EM Ê ÇANDA AMEDÊ BIBIN DIHOKÊ

Şaredarê Sûrê, Abdûllah Demîrbaş derbarê armanca mîhrîcanê de agahî da. Demîrbaş, diyar kir ku wê di çarçoveya mîhrîcanê de xebatên şano, sînema, werzîş û hwd. bên lidarxistin û di van beşan de hevkarî were pêşxistin.

Demîrbaş, anî ziman ku di panelên ku ji bilî xebatên çand û hunerî dê werin lidarxistin de, mijarên siyasî jî wê bên nîqaşkirin. Her wiha em ê di çarçoveya mîhrîcanê de çanda Amedê jî bibin Dihokê."

Demîrbaş, da zanîn ku armanca mîhrîcanê ew e ku sînorên danîne navbera gelê kurd, rakin û dilên ku hatine perçekirin, bighînin hev.

MEHMET MASUM SUER KÎ YE?

''Di sala 1957’an de li bajaroka Ewîna (Sürgücü) girêdeyî navçeya Stewr a Mêrdînê, ji deyik bûye. Di sala 1980'an de Enstitûya Perwerdehiyê ya Amed’ê di qedendîye û paşê jî li Zanîngeha Eskîşehîrê li beşa Wêjeyê lîsans xwendiye.

Di navbera salên 1976-1993’an de, di gelek rojname û ajansên bi tirkî de weke nûçegîhan xebitiye. Di sala 1982’yan de li Amedê bi navê ‘Olay’ (Bûyer) rojname û dû re bi heman navî kovarek hefteyî weşand.

Piştî sala 1993’yan dev ji rojnamegerîya rojane ber de û dest bi lêkolîn û nivîsên li ser ziman, dîrok û çandê kir. Gelek lêkolîn, hevpeyvîn û nivîsên wî di dewîya salên 1990’an de di rojnameyên weke Ülkede Gündem, Demokrasi, Yeni Yüzyıl û Siyah-Beyaz û hindek kovaran de hatin weşandin. Deh salên dewî li banî rojnamevanîya serbixwe bi awayekî profesyonelî wênekeşîyê dike. Wêneyên wî bi taybetî ji bo nasandina bajar, çand û kesayetên Kurd tên bikaranîn. Niha li Amedê dijî.''