TZP-Kurdî li Çewlikê Konferana Zaravayê Dimilkî li dar dixe

TZP-Kurdî li Çewlikê Konferana Zaravayê Dimilkî li dar dixe

Berdevkê Tevgera Ziman û Perwerdehiya TZPKurdî Mehmet Şahîn diyar kir ku di 30'ê Hezîranê û 1 Tîrmehê de li Çewlikê dê konferans zaravayê Dimilkî li dar bixin û dest bi amadekariyan kirine.

Berdevkê Tevgera Ziman û Perwerdehiya TZPkurdî Mehmet Şahîn der barê armanc, kar û xwebatên xweyên kurdî, ku di bin banê Navenda KURDÎ-DER'ê de didin meşandin agahî da. Mehmet Şahîn diyar kir ku armanca Tevgera Ziman û Perwerdehiya TZPkurdî hişmendiya zimanê kurd di nava kurdan de xurt kirine û wiha axivî: " Amadekariyên perwerdehiya zimanê kurdî pêşde birin ji mere tişta herî giring e Di heman demê de armanca TZP'ê pêşî lêgiritina pişavtin li ser zimanê kurdiye. Hetanî ziman kurdî bibe ziman perwerdehiyê dê tekoşîna xwe bidin meşandin. Ji bo wê jî em dibin her şert û mercî de kar û xebatên ziman dê bidin meşandin. Weke tevgera ziman tişta ji destê me bê em ê ji bo ziman bikin."

'EM DÊ DI 30 HEZÎRAN Û 1 TÎRMEHÊ DE LI ÇEWLIKÊ KONFERANS DIMILKÎ PÊK BÎNIN'

Şahîn dest nîşan kir ku ev kar ji bo xebatên wan nebese û wiha domand: " Em bi hişmendiyeke li ser xebatên xwe xurt bikin, tevdigerin. Ji bo wê hewildanên me hene. Ji van hewildanan yek jî, xebata zimanê dimilkiye. Di 30 Hezîranê û 1 tirmehêde konseransekî bi zaravayê kirtkî (zazakî) em ê li Çewlikê lidarbixin. Ji bo vê me kar û xebatên xwe dane destpêkirin. Dê gelek zimanzan tevlî vê komferansê bibin. Zimanê zazakî diwarê nivîs û perwerdehiyê de qels maye. Ev qelsbûna wê jî hinek hêzên serdest dixwazin weke amûrekê cûda ji xwe re bikarbûnîn. Weke din dixwazin parçebûnekê di nava kurd û zimanê kurdîde çêbikin. Ji van hewildanan yek jî, dibêjin zarava zazakî ne kurdiye, an jî zaza ne kurdin. Ev rastî niyetekê qirêj û nebaş tê meşandin. Bi teybetî emê konferansa xwe li cihê ku navenda kirtkiye, cihekê weke Çewlikê lidarbixin."

'YEKEMÎN CAR LI BIN BANÊ KURDÎ DER'Ê DE KURSA BI ZIMANÊ ERMENÎ HAT DAYÎN'

Şahîn derbirî ku ji xeynî zimanê kurdî, yekemîn car bi zimanê Ermenî li KURDÎ DER'ê kurs hat dayîn û got: "Ev xebata me bi hevkariya şaredariya Surê li KURDÎ DER'ê kursa zimanê Ermenî hat vekirin. Yekemîn li Amedê li banbanê kurdî derê de ji bo hindekariya zimanê xwe kurs dan destpêkirin."