'Tinekirina gelekî bi asîmîlekirina zimanê wî re gelî dibe'

Hevserokên KURDÎ-DER Şaxê Rihayê Hamza Ayabe û Ozgun Çelîk gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê, li çanda xwe bi kurtasî xwedî li cewhera xwe derkeve."

Hevserokên KURDÎ-DER Şaxê Rihayê Hamza Ayabe û Ozgun Çelîk dan xuyakirin, ku ya gelekî dike gel, zimanê dayikê ye û gotin, "Yek ji polîtîkayên herî kirêt ên ji mêj ve tê meşandin, tinehesibandina zimanê gelekî ye. Ji ber ku ziman ji bo gelekî çand, şaristanî û şêweyê jiyanê ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê, li çanda xwe bi kurtasî xwedî li cewhera xwe derkeve."

Li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji polîtîkayên asîmîlasyonê rizgar bibe, xebateke bênavber tê meşandin.

'ZAROKÊN KURD JI MAFÊN XWE YÊN GERDÛNÎ BÊPAR TÊN HIŞTIN'

Hevserokên KURDÎ-DER Şaxê Rihayê yên li bajêr li ser Kurdî kar dikin, girîngiya zimanê dayikê ji ANF'ê re vegotin. Hevserokê KURDÎ-DER Şaxê Rihayê Hamza Ayabe da zanîn, ku dewletên li Kurdistanê serwer in, bi polîtîkayên tinehesibandina zimanê Kurdî re dixwazin zimanê Kurdî qels bikin û bi gelê Kurd bidin ji bîr kirin.

Ayabe anî ziman, ku weke KURDÎ-DER ew hewl didin Kurdî li ser piyan bigirin û diyar kir, dewleta Tirk jî li Bakurê Kurdistanê hewl dide Kurdan bikin xerîbê Kurdî, zimanê Tirkî weke zimanê şaristaniyê yê gelê Kurd nîşan bide, bi vî rengî asîmîle bike û di vê çarçoveyê de polîtîkayên zextê dimeşîne.

Ayabe got, "Li hemberî vê helwesta xayinî, gelê Kurd weke mijareke man û nemanê ji bo Kurdî bi hişmendiya çandeke neteweyî têkoşiya ye. Ev yek bûye nasnameya gelekî bindest. Rastî ev e; perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî xwezayî û bingehîn ê zarok û gelên li ser rûyê cîhanê ye. Bi mîlyonan zarokên Kurd ên li vî welatî dijîn, ev 90 sal in ji vî mafê bingehîn û gerdûnî bêpar tên hiştin."

'DEWLETA TIRK POLÎTÎKAYEKE KIRÊT LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ DIMEŞÎNE'

Ayabe ragihand, di bin navê sererastkirina Destûra Bingehîn a Nû de bêyî ji gelê Kurd were pirsîn, dersa zimanê hilbijartî li ser zarokên Kurdan bi zorê tê ferzkirin û destnîşan kir, ku li ti devera cîhanê mînakek vê pêkanînê nîne. Ayabe da xuyakirin, ku şerê herî mezin ê gelê Kurd şerê ji bo parastina zimanê dayikê ye û bang li hemû gelan kir, ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.

'ZIMAN JI BO GELEKÎ ÇAND, ŞARISTANÎ Û ŞÊWEYÊ JIYANÊ YE'

Hevseroka KURDÎ-DER Şaxê Rihayê Ozgun Çelîk jî diyar kir, ji bo zimanê dayikê Kurdî bi pêş de biçe û veguhere zimanekî akademîk ew kedeke mezin didin. Çelîk da xuyakirin, ku axaftina bi zimanê dayikê ya gelekî tê wateya vegotina wî gelî û got, "Ji ber ku ya me bi hêz dike, zimanê me yê dayikê ye. Ji mêj ve yek ji polîtîkayên herî kirêt ên tên meşandin, tinehesibandina zimanê gelekî ye. Ji ber ku ziman ji bo gelekî çand, şaristanî û şêweyê jiyanê ye. Tinebûna gelekî bi tinehesibandina zimanê wî gelî re dibe. Ev jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re destpê dike."

'JI BO XWEDÎDERKETINA LI ZIMANÊ DAYIKÊ, BERPIRSYARIYEKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ JINAN'

Çelîk anî ziman, ku gelê Kurd heta roja îro xwedî li zimanê xwe yê dayikê derketiye, lê ji niha û pê ve divê zêdetir xwedî lê derkeve û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em bang li gelê xwe dikin, ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê, li çanda xwe bi kurtasî li cewhera xwe derkeve. Bi taybetî di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me jinan. Ji ber ku yên çand û şaristaniya xwe ji nifşên nû re radigihîne jin in. Ji ber ji ber vê yekê şerî kirêt ê îro li Rojhilata Navîn tê meşandin, bi taybetî jinan hedef digire. Divê em jin bi hev re vê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin."

...