Şevên Amedê bi coşa mîhrîcana mûzîkê ronî dibe

Şevên Amedê bi coşa mîhrîcana mûzîkê ronî dibe

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê di 3’emîn roja xwe de bi konserekê dewam kir. Konser li Qada Îstasyonê bi tevlibûna bi hezaran kesî hat lidarxistin. Di qada konserê de girseyê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê di 3’emîn roja xwe de berdewam kir. Bernameya şevê din saet di 17.00’an de li Kuçeya Hunerê, bi konsera Sîmûrk dest pê kir. Piştî bernameya Sîmûrk, êvar saet di 19.00’an de li Qada Îstasyonê konserek bi heybet hat lidarxistin.

Koma Dengvedan, mûzîkjena tunîsî Amel Mathlouthî, hunermend Yasemîn Goksu, Koma Gulên Xerzan û Gurup Mûnzûr bi mûzîkên xwe yên bi coş demên bê hempa dan jiyandin. Bi hezaran amediyên ku Qada Îstasyonê tije kirin jî bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” tevli stranan govend gerandin.

Di konserê de stranên kurdî, erebî û tirkî rengekî cuda dan şevê. Bi taybet performanas mûzîkjena Tûnisî Amel Mathlouthî rastî eleqeyek gelek mezin hat.

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê sibêjî wê bi bernameyên cuda dewam bike. Di vê çarçoveyê de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn saet di 10:00’an de bernameya Yusuf Roman hat lidarxistin. Dîsa diviya ku Yalda Abbasî û Mohsen Mîzazade jî tevli vê bernameyê biban lê ji ber dewleta Îranê dest danîbû ser pasaportên wan, nekarîbûn tevli mîhrîcanê bibin. Çav li rê ye li şuna wan bernameyek din bê lidarxistin.