Şanoya Amedê ji gera Başûrê Kurdistanê vegeriya

Şanoya Amedê ji gera Başûrê Kurdistanê vegeriya

Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) bi lîstika xwe ya ‘Xulamê Du Xwedî’ li turneya Herêma Kurdistanê bû.

Lîstikvanên DBŞT’ê di navbera dîroka 11-17’ê hezîranê de bi lîstika xwe ya “Xulamê Du Xwedî” ku bi forma “Commedîa Dell Arte” ya şaaoya gelêrî ya Îtalyan hatibû amadekirin, çû gera herêma Başûrê Kuristanê. Lîstik li Silêmanî, Ranya û Mexmurê hate pêşkêşkirin.

Kardroya DBTŞ’ê ya ku ji 25 kesî pêk dihat û di nava wan de Şêwirmendê Serokê Pirsgirsê Têkiliyê Gel yê Şaredariya Mezin û endame meclisê Eşref Guler, Midûrê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, Derherê Hunerê yê Giştî Ruknetîn Gun û midûrê Şanoyê Fuat Ozdemîr , lîstkavan û peywirdarên teknÎkê jî di nav de bûn çûn Silêmaniyê.

Lîstik ji aliyê sedan jî kesî ve hate temaşekirin. Di nava kesên ku lîstik temaşekirin de midûrê perwerdê û şaredar jî din av de bû. her wiha di turneyê de wêneyên wênesaz Mehmet Masum Suer û Veysî Altay jî ku Amed vedigotin hat raxistin. Piştî vê derbasî barê Ranya bûn. Heyet ji aliyê şaredarê Ranyayê, qeymeqam û midûrê polîsan ve hate pêşwazîkirin. Li vir lîstika Xulamê Du xwedî hate pêşkêşkirin. Lîstikvanên DBTŞ’ê piştî vê çû Mexmurê. Li wir jî lîstik li qadek fireh hate lîstin û piştî vê lîstikvan vegeriyan Amedê.