Şahiya Huseyîn Çelebî diyarî berxwedana zindanan tê kirin

Şahiya Huseyîn Çelebî diyarî berxwedana zindanan tê kirin

Encamên çalakiyên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî ku îsal a 20’emîn tê lidarxistin, dê roja 17’ê mijdarê li bajarê Bochumê bi şahiyekê bê aşkerekirin. Îro ji bo pêşbirka helbest û çîrokan, 550 helbest û çîrokên bi her sê zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Dimilkî) û Tirkî hatine şandin. Şahiya îsal dê diyarî girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de bê kirin.

Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) xebatên amadekariy Şahiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî ya 20’emîn bi dawî kir. Xebatên şahiyê ji 1’ê tîrmeha 2012 dest pê kir û heta 15’ê cotmeha 2012 berdewam kir û ji Kurdistan û gelek welatên din ên cîhanê 550 helbest û çîrokên bi her sê zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Dimilkî) û Tirkî hatine şandin.

Lijneya hilbijartina dest bi xebatê kir û kesên ku pile werbigirin dê 17’ê mijdarê de di şahiya li Zanîngeha Bochumê bên aşkerekirin. Di şahiyê de dê Grûp Bajar, Hozan Comert, Grûp Lilith û Ednan Kerîm amade bibin. YXK’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew ê vê şahiyê diyarî girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de ne bikin.