Tev -Çand: Xelîl Dag sînemeya şoreşger hişt

Tev-Çandê Xelîl Dag bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got, ‘’ Dijmin her pêvajo ji bo Kurdan qir bike polîtikayên cûda diceribîne. Ya esas jî qirkirina çand û hunerê ye. Xelîl Dag li hemberî vê her li ber xwe daye û ji me re sinemaya şoreşger hiştiye.’’

Tev-Çandê Xelîl Dag bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got, ‘’ Em jî weke tevgera Tev-Çand û Tev-Çanda Jinên Kevana Zêrîn; Xelîl Dag di salvegera şehadeta wî ya nehemîn de bibîr tînin. Em jî soz didin ku em ê di şopa wî de çanda netewa demokratik,bilind û mayînde bikin û kêlî kêlî jiyana azad ava bikin. Ji bo vê em ê hemû qadên çandê, hemû qadên hunerê bikin qada berxwedanê. ‘’

Daxuyaniya Tev-Çandê ya Kevana Zêrîn wiha ye:

‘’Bihar di van rojan de rehma xwe dibarîne. Pêl pêl avên tu jê derbasbûyî, bilind bûne. Şopên te hêştine jîn dide; şahîdin ji kenê te re, şahîdin hemû şîn; ji şînahiya çavên te re… bihar e despêka gihîştinê ye. despêka Tîrêj û Berîtan e…

‘WÎ JIYANA GERÎLA QEYD KIR’

Xelîl Dag 31 ê gulana 1973 an de çavên xwe yên jiyanê, li me vekir. Bi çanda Kurd û Tirk mezin bû. Vê jî hişt ku kesayetek dewlemed pê re çêbibe. Di avabûna qenala Med TV de cihê xwe girt. Bi felsefeya Rêber Apo, di mekteba PKK ê de gihîşt.. Bi soza nasîna gerîla derket rê. Welat ew wisa hembêz kir; jê re bû stargeh, bû ax û evîn, bû evîna welat. Bi zarokên axê re dostanî hevaltî û hogirtî kir. Kadrajên Xelîl germ, mîna dilê wî yê zîz e. Wî jiyana gerîla qeyd kir, em jî pêl bi pêl herikîn nav şoreşê.

‘MAFÊ JIYANÊ YÊ BINKEFTINÊ DI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DE NÎN E’

Xelîl Dag jî dibêje; ‘’Mafê jiyanê ê binkeftinê di çiyayê Kurdistanê de tune ye’’. Gotinên ku anî ziman her kar û barê ku girt ser xwe hemî bi serkeftî pêk anî. Fikrên wî bûn çalakiya wî. Qelema wî, kameraya wî, çeka wî ji bo şoreşê û ji bo çanda şoreşgerî şixûlî. Çi di hêla çapemenî, çi sînema, çi nivîskarî be her qad ji bo Xelîl qada şoreş û cengê bû. Zarokê vî gelî bi van xebatên xwe nemir kirin. Xesteka xwe ya ‘’ez dixwazim gerîla bidim nasîn’’ pêk anî.

Her xebatek wî asoyek fireh, maneyek têr û tije diafirand. Hozan Mizgîn bi dengê xwe Kurd çawa hişyar kirin û bû sembolek, Yekta Herekol û Hêvî bi şanoya xwe rihê PKK’ê çawa gihand şervanên azadiyê û gel, Xelîl Dag jî bi sînemageriya xwe bû semboleke çiyayî  ji mirovahiyê re. Ji bo me bûn heval û bûn mamosteyên jiyana me.

Xelîl Dag herî dawî xwest şervanên axa bakurê Kurdistanê bi hunera xwe nemir bike. Bi armanca ‘’meşa ji Cûdiyê ber bi Agiriyê ve‘’ derket rê. Ji bo deynê xwe bide gelê Bakurê Kurdistanê gelek rê, rubar û şiverê derbas kir. Li pey xwe gelek şop hişt. Fedakariya wî, heskirina wî ya li gerîla di dilê hemû hevrêyên xwe de cihê xwe çêkir. Heval Xelîl di sala 2008’an de,1’ê meha Nîsanê li Bestaya Botanê di encama operasyonê de bi hevalên xwe re şehîd bû. Em jî weke hevrêyên Xelîl Dag di tekoşîna xwe de em ê wî bidin jiyîn. Û ti car bîr nakin.         

‘SÎNAMEYA ŞOREŞGER HIŞT’

Dijmin her pêvajo ji bo Kurdan qir bike polîtikayên cûda diceribîne. Ya esas jî qirkirina çand û hunerê ye. Xelîl Dag li hemberî vê her li ber xwe daye û ji me re sinemaya şoreşger hiştiye. Çanda Şoreşgerî bi xeta Xelîl Dag; di rastiya Nûjiyan Erhan, Îslaman, Arjînan, Gulîstanan û gelek hevrêyên me de îro dîsa jiyanî bû.’’