Termînolojiya Şaredariyê bi Zazakî tê çêkirin

Bi piştigiriya Şaredariya Mezin a Amedê bi armanca ku ji hêla Komxebata Vateyê ve bi Zazakî termînolojiya şaredariyê were çêkirin xebateke 4 rojî hate kirin.

Bi piştigiriya Şaredariya Mezin a Amedê bi armanca ku ji hêla Komxebata Vateyê ve bi Zazakî termînolojiya şaredariyê were çêkirin xebateke 4 rojî hate kirin. Ji pîşeyên cur bi cur ji bajarên cihê ku zaravayê Zazakî lê tê axaftin, bi tevahî 21 kes tevlî nav xebatê bûn.

Komxebata Vate ku ji 1996’an ve bi armanca ku Zazakî standart bike û li ser rêgezên hevpar ên nivîskî lihevkirinek pêk were xebatê xwe dike, li Amedê bû. Koma ku li ser 2500 peyvî xebitî, bi armanca ku termînolojiya şaredariyê pêk bîne di xebata 4 rojan de hatin gel hev. Termînolojiya ku beriya niha bi Kurmancî hatibû amadekirin, Zazakiya wê, wê bi şaredariyan re were parvekirin. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Zulkuf Karatekîk, Serokê Daîreya Çand û Hunerê Cevahîr Sadak, Midûrê Çandê Edîp Yaşar û Midûrê Pêşxistina Zimên Xezal Aslan tevlî civînê bûn û bi komê re civat gerandin.

Munzur Çem ê ku li ser navê Komxebata Vateyê axivî, got, ew li ser termên Şaredariyê dixebitin û wiha domand, ‘’Me kêfxweş dike dema ku girîngî bo Zazakî te dayin. Ji niha û şûn de berpirsyarî dikeve ser we jî. Têkiliyên me wê berdewam bin.’’ Çem daxuyand, ji ber sedema ku Zazakî zimanê gund e û peyvên modern nîn in, ew hewl didin ku peyvan çêbikin û wiha domand, ‘’Di Ferhanga herî dawî de ji her herêmê peyv hene.’’ Çem ragihand ku di dawiya salê de hejmara 50. a kovarê wê derbiçe û got ew kovara pêşî ye ku bi Kurdî xwe gihandiye hejmara 50’emîn.

Haydar Diljen jî got ew ji sala 1996’an ve li ser termînolojî û gramarê xebatan dikin û beriya her civînê mijaran berê diyar dikin û amedakariyan dikin.

EM GIRINGIYÊ BI XEBATÊN ZIMANÎ DIDIN

Karatekîn li ser giringiya Komxebata Vateyê sekinî û spasî kir ji bo keda bi armanca jîndarkirin û parastina Zazakî. Karetekîk diyar kir ew weke şaredariyan girîngiyê bi xebatên zimanî didin û wiha domand: ‘’Em girîngiyê nadin tenê Kurmancî, her wiha em didin Kirmançkî jî. Ne tenê ji bo termînolojiya şaredariyê, di mijarên din de jî li ser vê zaraveyê dive xebat werin kirin. Kurmancî hinekî bi pêş ketiye, lê Kirmanckî hê ne li wî cihî ye ku ew heq dike. Ji bo vê sedemê jî ji bo xebatên we ez spasiya we dikim.’’

Cevahîr Sadak jî got ew ê Midûriya Pêşvebirina Zimên a ku nû hatiye vekirin mezintir bikin û di mijara Zazakî de jî ew ê xebatan bikin.

Kesên ku di nav komxebatê de cih girtin ji ber xizmetên şaredariyê yên têkildarî zimên kêfxweiya xwe anîn zimên û berdewamî xwestin.

 

...