SYPG: Şoreşa Rojava şorşa biratiya zimanan e

Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan Roja Zimanê Dayikê li hemû gelên bindest pîroz kir.

Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan (SYPG) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de bal kişand ser gelek zimanên bi xeteriya windabûnê re rû bi rû ne û got, "Gelek ziman hene ku bi zor û zilmê hatine asîmîle û lawaz kirin. Windabûna ziman windabûna dîroka gelekî ye. Windebûna mirovatiyê ye. Qetilkirina ziman qetilkirina manewiyata gelekî ye. Mixabin îro jî ew qetlîam û asîmîlekirina ziman bi şêwazên cur be cur berdewam dike. Li hemberî wan siyasetên dij-mirovatî/dij-ziman gel têdikoşin.  Ji bo vê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê roja têkoşînê ye."

SYPG destnîşan kir, ku mafê hemû gel, netewe û mirov hene ku bi zimanê dayika xwe bixwîne, binivisîne, biaxive û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li hemberî siyaseta asîmîlasyon û qirkirina ziman û çandê."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Em jî weke SYPG’ê, di beyannameya saziyê de helwesta me ya di der barê mafê zimanê dayikê de me wiha anîbû ziman 'Saziya me, weke di hevpeymana Rojavayê Kurdistanê de jî tê diyarkirin, jê bawer e ku, li Rojhilata Navîn divê her netewe, her gel di her qadên jiyanê de zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe bi kar bîne, pêş bixe û  ji bo vê yekê jî têkoşîn bike. Û pêwîst dibîne ku ziman û çandên ku bi salan tine tên hesibandin, tên bişaftin û ji ber van jî paş de mane gerek bêhtir werin destek kirin û gavên di vî warê de tên avêtin teşwiq û destek bênkirin.'

Şoreşa Rojava di heman deme de şoreşa ziman e. Li Rojava hemû gel, neteweyan bi zimanê dayika xwe perwerde dibînin, di hemû qadên jiyanê de ziman û çanda xwe ya neteweyî bikar tînin û pêşve dixin. Ew li dijî desthilardarên şowen, faşist, bişavker sekna gelên Rojava ne. Ew destketina hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî em dikarin bêjin Şoreşa Rojava Şoreşa biratiya zimanan e.

Li ser vê esasî em wê rojê ji hemû gelên ku zimanê wan hatine qedexekirin û di bin xetereya tinebûnê de ne û ji bo vê jî tê dikoşin  re, pîroz dikin."