Stran delîl, stranbêj terorîst!

Stran delîl, stranbêj terorîst!

Dadgehên Tirk ên di bin kontrola AKP’ê de her roj di dadgeh û îdîanameyan de cih didin stranên bi Kurdî û ceza bi ser de dibarîne. Herî dawî duh li navçeya Tetwan a Bedlîsê di îdîanameya der barê 20 kesên beriya 16 mehan hatin girtin hatin amadekirin de stranên Kurdî yên wek Oremar, Dengê Gerîla, Destana Zapê, Oy Kurdistan cih girtin û weke delîlên suc hatin hesibandin. Balkêş bû ku dozgeriyê ji bo strana “Oremarê” gotina “qaşo stran” bi kar anî.

Di van demên dawiyê de daraza û hiqûqa Tirk bi ezmûnek girîng a stranên bi Kurdî re rû bi rû ye. Hikûmeta AKP’ê stranan weke delîlên suc û stranbêjan jî weke terorîst bi nav dike. Û ev yek jî pêkanînên serdema derbeya 12’ê Îlonê tîne bîra mirov.

EW TU YÎ GUHDARÎ STRANA KURDÎ DIKE?

Di 25’ê gulanê de ajotkarê otobûsa taybet a gel Kadrî Pehlîvan ji ber ku guhdarî straneke Kurdî dikir, hat binçavkirin. Pehlîvan ji cihê xwe yê kar Dagkapiyê hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyeta Amedê. Li wir xistin ber lêpirsînan.

Di hefteya borî de jî Endamê Komîsyoan Xwendekarên Navenda SES’ê Zulkuf Akelma, ji ber ku strana “Herne Pêş” got, hat darizandin. Weke her carê, sucê Akelma jî “Propagandaya rêxistinê” bû! Tenê delîlek hebû; ew jî ew bû ku girseyê her kesê bi dengek ev stran gotibû û Akelma jî bi wan re gotibû. Tişta balkêş ew bû ku Akelma ji zimanê vê stranê fên nake. Akelma bi Kurdî nizane.

Di Newroza 2011 de jî, du endamên Koma Çiyayê Mûnzûrê ji ber ku stranên bi Kurdî gotin, her yek ji wan li rastî 10 meh cezayê girtîgehê hatin. Sucê wan heman e: propagandaya rêxistinê. Delîl (qaşo stran) Oremar.

Di 16’ê gulanê de jî, muzîsyenê bi navê Azad Tekîn, hat girtin. Sedema girtin wî jî ew bû ku Tekîn di pîrozbahiya Newrozê ya li Tarsûsê de stran gotiye û bi vê yekê propagandaya rêxistinê kiriye.

JI BO STRANA KURDÎ 9,5 SAL CEZA

Di mitînga Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji bo hilbijaritanê ya di 2’ê pûşpera 2011 de, li navçeya Qereyazî ya Erziromê hat lidarxistin de, endamê Koma Gimgimê Seyîtxan Karataş du stranên Krudî got û ew jî bi “endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê” li rastî 9,5 sal cezayê girtîgehê hat. Hinceta dadgehê: Karataş di stranên xwe de peyvên Kurd û Kurdistan bi kar aniye.

Her wiha, hunermend Halît Bîlçî jî di nîsanê de, ji bo hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011 de di mitînga Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de stran got û ji ber wan stranan hat darizandin. Sucê hunermend Bîlgîç stranên “Ozgurluk Çiçegimsin (Kulîlka min a Azadiyê yî)”, “Oremar” û “ Heval” bûn û jêre 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

PINAR SAG JÎ HAT DARIZANDIN

Hunermend Pinar Sag jî, li Dêrsimê beşdarî konserekê bû û di konserê de helbestek xwend. Ji ber wê helbestê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat darizandin. Sag ji ber helbesta “Kirmizgul” a ji bo bîranîna şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya hatiye nivîsandin hat darizandin û niha her kes li benda biryara dadgehê ne.