'Şoreşa Rojava polîtîkayên asîmîlasyonê bi erdê re kir yek'

Jiyan Osman a 22 salî, ku li gundê Termîk ê Kobanê bi dilxwazî mamostetiyê dike, da xuyakirin ku ew 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi sîstemeke perwerdeyê ya pirzimanî pêşwazî dikin.

Mamosteya ji Kobanê Jiyan Osman ji ANF'ê re qala girîngiya zimanê dayikê, bandora Şoreşa Rojava li ser zimanê Kurdî û feraseta wan a perwerdeyê kir.

Jiyan Osman bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê û diyar kir, hê jî li Rojhilata Navîn gelek ziman li ber tinebûnê ne. Osman got, "Yek ji van jî zimanê Kurdî ye. Her gel bi ziman, çand û nasnameya xwe dikare xwe biparêze. Ziman nîşaneya hebûna gelekî ye. Çand û nasname jî amûrên pêşvebirina mirovan bi xwe ye. Her civak xwe bi zimanê xwe îfade dike. Ziman ji bo hemû gel û baweriyan gelekî girîng e."

'DEWLETÊN SERDEST JI ZIMAN DEST BI QIRKIRINA ÇANDÎ KIRIN'

Mamoste Osman zext û zordariya li çar parçeyên Kurdistanê li zimanê Kurdî tê kirin bibîr xist û got, "Li çar parçeyan polîtîkayên qirkirna çandî hatin meşandin. Dewletên serdest, polîtîkayên xwe yên qirkirinê ewilî ji ziman dan destpêkirin. Dewletên serdest zimanê me qedexe kirin. Bi astengkirina perwerdeya zimanê dayikê re, li bajar, bajarok û gundên me dibistanên ku xizmetê ji mêtîngeriyê re dikin, vekirin û bi vî rengî xwestin zimanê Kurdî bi temamî tine bikin."

'POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ Û ASÎMÎLASYONÊ BI ŞOREŞA ROJAVA RE BI ERDÊ RE BÛN YEK'

Jiyan Osman anî ziman, bi vê yekê re xwestin hebûna Kurdan tine bikin û got, "Bala xwe bidin ser polîtîkayên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê yên li dijî Kurdan. Hemû weke hev in. Polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirina çandî esas e. Lê belê ev rewş bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bi Şoreşa Rojava re bi erdê re bû ye."

Mamoste Jiyan Osman da zanîn, ku îro li Rojavayê Kurdistanê di nava Xweseriya Demokratîk de sîstemeke perwerdeyê ya ji gelek zimanan heye û got, "Gel û baweriyên ji nedîtî ve hatin, bi Şoreşa Rojava re derfet dîtin ku bi ziman, nasname û çanda xwe bi rengekî xurt xwe temsîl bikin. Mînak, îro li Rojava 3 zimanên fermî hene. Kurdî, Erebî û Suryanî. Ev her sê ziman zimanên fermî yên rêveberiya xweseriya demokratîk in."

PERWERDEYA BI FERASETA XWESERÎ Û NETEWEYA DEMOKRATÎK

Osman destnîşan kir, ku feraseta wan a perwerdeyê jî xwe dispêre vê bingehê û got, "Xwe dispêre feraseta xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk. Ji xwe sira herî mezin a serketina Şoreşa Rojava jî ev e. Ev hemû nasname ji nû ve zindî kir. Şoreşa Rojava ne tenê ziman û çanda Kurd zindî kir, di heman demê de ziman û çandên din jî ji nû ve zindî kir. Bandoreke xwe ya bi vî rengî heye."

Jiyan Osman da xuyakirin, ku Şoreşa Rojava di roja îro de jî weke hêviya demokrasî û azadiyê ya gelan her bi pêş ve diçe.