Siya Şevê behsa albuma xwe Bêyomê dike

Siya Şevê behsa albuma xwe Bêyomê dike

Yek ji komên mûzîka rock a Kurdî Siya Şevê, bi albuma xwe ya yekê ya binavê Zeng û ya duwem jî bi navê “Pûç” balê kişand ser xwe. Albûma wan a ku nû ya binavê “Bêyom” piştî du salan derket. Ev koma mûzîkê ji ber şêwaza xwe ya resen bala mûzîkhezan dikişîne ser xwe. Komdibêje; “Mûzîka Kurdî xwe dubare dike”.

Di van demên dawiyê de, di sektora mûzîka Kurdî de komên cûda derdikevin pêş. Yek ji van koman jî Siya Şevê ye. Jixwe di albuma xwe ya yekemîn de îşaret pê kirin ku ew ê ji yên din cûdatir bin. Vê serkeftina xwe bi albuma xwe ya nû nîşan da.

Di albûma wê ya nû de 9 stran hene. Peyv û awaz hemû jî yên endamên komê ne. Komê bi xwe li home studyoya xwe tomara deng, weşandin, belavkirin û her tiştê bi xwe kiriye. Hema bêje di her beşên amadekirina vê albumê de bi xwe cih girtine. Kom di mijara kişandina klîban de jî israrê nake û li şûna çêkirina klîban, nîşandana performanseke zindî ya li ser dikên cûda çêtir dibînin.

Tişta balkêş ew e ku yek ji endamên komê Serhat Temel e. Serhat Temel tevî ku mûzîsyen e, bi awayeke aktîf di siyasetê de jî cih digire. Piştî ku Şaredarê Êlihê Necdet Atalay di çarçoveya operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî Kurdan pêk hat de hat girtin, Serhat Temel bû cîgirê şaredar û wê rojê û şûn ve xebatên şaredariyê bi rê ve dibe.

Em bi ji endamên komê Gokçe Selîm re der barê xebatên wan ji bo albuma dawî ya bi navê Bêyom re axivîn. Selîm wiha behsa xebatên albûmê dike; “Xebata me bi qasî salekê dom kir. Sedema wê ew bû ku ez û hevalên xwe ji bilî mûzîkê bi karên din re mijûl dibin. Ev yek jî ji aliyê mûzîka profesyonel ve nayê qebûlkirin û pir zor e. Lê dîsa jî me israr kri û me xebatên xwe anî vê rewşê. Weke hûn jî dizanin, me vê albûma xwe ya nû ji xebatên xwe yên cûda nekir. Me dîsa li studyoya me li malê amade kiriye û enstrumanên xwe amade kir. Lê di warê belavkirinê de kêmsasî hebûn, ji ber ku em negihiştin gelek cihan. Ji ber wê jî li ser înternetê li rastî eleqeyek xurt hat û em bi vê rêyê gihiştin guhdarên Siya Şevê.”

Em di vê albûmê de jî weke du albumên berê hin xebatên ceribandinî kirine, mirov nikare vê yekê di kategoriyekê diyar de binirxîne.”

Gokçe Selîm dibêje; “Bi rastî me heta îro ceriband bê em dikarin çi bikin û divê em ji niha û pêve bizanin em dikarin di warê mûzîka de çi bikin. Dibe ku ev rewş di nava gel û civakên din de zêde neyê pêşiya mirov, lê rewşa mûzîka Kurdî di vî warî de hinek cûda ye. Mirov nikare bêje mûzîka nûjen an jî bajarî tam gihiştiye nasnameyekê. Ji ber wê jî niha mûzîka Kurdî ya nûjen li nasnameyekê digere û mirov nikare vê nasnameyê ji bo aliyê siyasî an jî civakî cûda binirxîne.

Heta em bi xwe nebînin, em nikarin bi çaveke kor mûzîkê nîşan bide. Di vî warî de em dikarin vê jî bibêjin, Siya Şevê tu carî di navbera hebûn û tunebûnê de nema.”