Sîstema perwerdehiyê ya Tirk, bişavtin û Kurd

Ji dîroka Komara Tirk ve, di serî de Kurd ji bo tevahî ‘yên din’ ên li Tirkiyeyê saziyên perwerdehiyê yên di çarçoveya ‘yek welat, yek al, yek milet’ de çand, bawerî, tarzên jiyanê û rastiyan difetisîne afirandina girseyan didomîne.

Di serî de xwendevanê Kurd ê ku ji dibistanê heta lîseyê bi polîtîkayên bênasnamekirinê tê perwerdekirin, ji bilî pirsa çima ya ji destpêkê heta dawiyê, nakokiyên mabeyna rastiyan û fêrkirinan hene. Ji van nakokiyan a herî mezin jî ew e ku ew zimanê ji hêla dayik, xwişk, bira, heval û her kesên ku pêbawer bi salan hatiye axaftin, di nav sînorên dibistanê de ji hêla ‘mamosteyên dewletê’ wek tiştekî şermîn tê nîşandan, vediguherîne ûnsûreke gefê ku encama wê ceza ye û li şûna wê jî zimanekî ku heta wê demê nebihistiye bi cih dike.

Şikestina ku di roja destpêkê ya dibistanê de bi axaftina Tirkî ya mamoste re destpê dike wê domahiya jiyanê berdewam bikira; xwendekavanekî pola 8’emîn ku ji ber li dibistanê bi Tirkî nizanîbû her roj pê re dihate xeyidîn û got lê dane, diyaloga xwe û dayika xwe dema roja destpêkê bi girî ji dibistanê vegeriyaye malê wiha vedigot; “Em li Amedê diman, roja yekem a dibistanê bû. Ez jî wek zarokên din bi mezinekî xwe re çûm dibistanê. Ketim polê û min dît piraniya xwendevanan bi Tirkî diaxivin. Lê, min wê demê nizanîbû bê ev çi ziman e. Tiştê ku min zanîbû daxivin, lê çi diaxivin na. Ev rewş jî bû sedema fikaran. Demekê rawestiyam, mamoste ket polê û hin tişt vegotin. Min fêm nedikir bê ka çi dibêje. Hê zêdetir xofên min çêbûn û dema zîlê lê xist jî bêyî çenteyê xwe bigirim ji dibistanê revîm malê. Dema hatin malê digiriyam. Dema dayika min dît ku tirsiyame, hewl da rewşê fêm bike. Got, ‘Çi bû?’ Min jî di nav rondikan de got, ‘Ez mamoste fêm nakim, ji dibistanê hez nakim û naxwazim biçim dibistanê.’ Dayika min dema rewş fêm kir, hewl da min rawestîne, got; ‘Bi demê re tê fêr bibî.’ Li ser vê jî min berê xwe da dayika xwe û got; “Ji pîrika min jî cilên dibistanê bikirin, bila ew jî ew jî were dibistanê, ew jî bi Tirkî nizane.’ Nêrîna min ew bû ku ji bo fêrbûna Tirkî em diçin dibistanê. Piştî mehekê me mala xwe bar kir Licê. Ketim polê û min dît ku hema hema tevahî xwendevan bi Kurdî daxivin. Pê kêfxweş bûm. Mamoste bi Tirkî daxivî, xwendevan bi Kurdî. Me radikir ser piyan û hin tişt digotin, lê ji ber me fêm nedikir, me tenê lê dinêrî. Me di nav xwe de bi zimanê xwe Kurdî bi kar dianî, lê dema mamoste ev didît dîn dibû û bêyî îstîsna her roj ji ber bi zimanê Tirkî nizanin li çend xwendevanan dida.”

Xwendevanê pola 5’emîn ê diyar kir ku ji ber bi Tirkî nizanîbû di pola yekemîn de xwendin û nivîsandinê fêr nebû jî wiha axivî; “Em li pola yekemîn bûn, dayika min ji bo rewşê bipirsê hatibû dibistanê. Mamoste ji dayika min re got kurê te bêhiş e û tîpekê jî fêr nebûye. Dayika min bi xemginî ji dibistanê veqetiya, wê demê ji keçapa min a diçû lîseyê re mijar vegotiye. Li ser vê jî her roj dema wane bi dawî dibû, bi zimanê Kurdî xwendin û nivîsîna Tirkî fêrî min dikir. Dema wê bi Kurdî digot, min fêm dikir û piştî du mehan jî xwendin û nivîsînê fêr bûm. Min nizanîbû bê ka di pirtûkê de çi dinivîse, lê min dikarîbû bixwenda.”

Xwendevanek lîseyê jî vegot ku mînaka herî berbiçav a asîmîlasyona Tirk jî her tim destnîşana welat, al û Ataturk e, wiha dewam kir; “Beriya dibistanê, tu kesî ji me ne Ataturk ne miletê Tirk ne jî ala Tirk dinasî. Esas, agahiya ji nîjadên cuda û hewldana bişavtina van a ji hêla dewletê jî hayê me nîn bû. Me nijadperestî ji ew mamosteyên Tirk ên dema em bi Kurdî diaxivî bi nefret li rûyê me dinêrîn fêr bûn. Li gor wan em Kurd, nîn bûn. Wisa ji wan re hatiye gotin, bi salan gotine, ‘Kurd nîne, ji qert-qurtê afiriye, Tirkên çiyayî ne.’ Lê dema dihatin herêmê, didîtin ku çanda me, dîrok û zimanê me heye, em ne bi dehan an jî sedan bi mîlyonan e, dîn dibûn, bi zorê, lêdanê, gotinên xirab û bi perwerdeya li ser lêvan hewl didan me bînin ser rêya xwe. Bi dehan hevalên me hene ku ji ber Sirûda Îstîklalê ya dihate ferzkirin fêr nebûn, bi lêdanê sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin. Di gelek pirtûkên dersê de her tim dibêjin ev ax giştî aîdî Tirkan e, pesnê nîjada Tirk didin û dixwazin em jî vê qebûl bikin. Ev ne perwerde ye, polîtîkaya tinekirinê ye! Xwendevanên ku bêyî Tirkî zanibin diçin dibistanan, bê jibîrkirina Kurdî ji van dibistanan mezûn dibin. Dixwazin nifşên ku zimanê zikmakî nizanin bafirînin!”

Sistema perwerdehiyê ya Tirk ku dixwaze bi tirsê, fikaran, şermînê, bêbaweriyê texrîbatên psîkolojîk bi zarokên Kurd bide çêkirin û bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve bi qetlîamê re hevrû bihêle, heta îro jî li dijî gelê Kurd bi temamî bi ser neketiye, wê nekeve jî. Ji ber ku zarokên Kurd ên ku rûyê qirêj ên dewletê dibînin, hê zêdetir rastiya gelê xwe hembêz dikin û berxwedanê dikin tarzekî jiyanê.