Sêyemîn rojnamevanên Kurd Xelat Hellman Hammet wergirt

Sêyemîn rojnamevanên Kurd Xelat Hellman Hammet wergirt

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) xelata Hellman-Hammett, pêşkêşî rojnamevanê Kurd Goran Dûkanî kir.

Li gor daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafê Miroavan, Goran Dukanî, rojnamevanê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, weke hêjayê xelata navbirî hatiye diyarkirin.

Ew xelat her sal ji aliyê saziya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ve pêşkêşî çalakvanên sivîl û nivîskarên ku ji ber rexneyên ji rayedarên hikumetê yan belavkirina raporên rayên dijberî hikumetê, têne cezakirin û neçarî ji welatê xwe derkevin tê kirin.

Li gor daxuyaniya Awrene Moore, berpirsê pêşkêşkirina xelatê, ji raporên ku ji hemû cîhanê bo wan hatine şandin, wan jê 47 kes diyar kirine ku Goran Dukanî jî yek ji wan kesane.

Dukanî, di hevpeyvîna bi rojnameya ''Hawlatî'' re, ku li Başûrê Kurdistê weşanê dike de got: “Ew xelat li gor belge û raporên ku îsbat dikin di nava çend salên ku ez li Başûrê Kurdistanê, mijûlê karê rojnamevaniyê bûme, ji aliyê navendên asayişê li rastî zextan hatime û çendîn caran gefa kuştinê li min hatiye kirin.

Dukanî got zêdetirî 10 navendên navdarên navnetewî ji bo wê xelatê piştgîriya wî kirine.

SÊYEMÎN KURDÊ WERGIRÊ XELATÊ

Beriya niha, di nava çalakvan û rojnamevanên kurd de, ew xelat pêşkêşî her yek ji Kawe Kirmanşanî, Çalkvanê mafê mirovan û Mihemed Sedîq Kebûdwend damezrênerê Rêxistina Parastina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) hatibû kirin.

Sala borî navê çalakvanê sivîl û Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sedîq Kebûdwend ji ber xebatên di warê mafê mirovan de niha di girtîgeha Komara Îslamî ya Îranê de ye, di nava lîsteya wergirên xelatê de hebû.

Hêjayî gotinê ye ku di 22 salên borî de zêdetirî 700 nivîskar ji 92 welatên cîhanê, ji aliyê însiyatifeke taybet ji bo wergirtina xelata Hellman-Hammett hatine diyarkirin. Buhayê xelata navborî, nêzî 8 hezar dolar û sefera bo welatekî cîhanêye.