Serokkomarê Ermenîstanê nivîskarê Kurd Elîxanê Memê xelat kir

Serokkomarê Ermenîstanê nivîskarê Kurd Elîxanê Memê xelat kir

Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan di merasim adi 23’ê gulanê de, li paytext Êrîvanê de madaliyaya Movsês Xorênasî pêşkêşê helbestkarê navdar, Serokê Nivîskarên Kurdan ên li Ermenîstanê û redaktorê rojnameya Zagrosê Elixanê Memê kir.

Movsês Xorênasî dîroknaseke Ermenî bû, di sedala 5’emîn de jiyaye. Ji bo Yewnanan Heredotos çi be, Xorêsanî jî ji bo Ermeniyan ew e. Bi navê Movsês Xorênasî didin mirovên di warê çandî, wêje, perwerde û zanîsta mirovahiyê de digihin astên jor. Di dîrokê de cara yekemîn îsal di nava Kurdên Ermenîstanê de helbestkar û rojnamevan Elîxanê Memê vê malalyayê wergirt. Xelat ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarksiyan ve hat dayîn.

Serokkomar Sarksiyan, nivîskar û rojnamevanê Kurd Elîxanê Memê pîroz kir û bi taybet li koçika xwe madalyayê pêşkêşê wî kir.

Di van demên dawiyê de çendîn pirtûkên Elîxanê Memê hatin weşandin. Yek ji wan pirtûkan jî Elfabeya Zimanê Kurdî (Kurmancî) ye û ji bo xwendekarên dibistanên seretayî weke ders tê dayîn. Her wiha, Elîxanê Memê redektorê rojnameya Zagrosê ye jî.

Elîxanê Memê, der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û got; “Ez pir dilşa û kefyxweş bûm. Ji bo vê xelatê pir kêfxweş bûm. Ez ji bo vê nêzîkatî û qîmeta dewleta Ermenîstanê spas dikim. Qîmetê didin cıvata me ya Kurdan a li vê derê. Ermenîstanê her tim rê daye pêşketûn û pêşveçûna Kurdan. Ev yek ji aliyê cîhanê ve hatiye naskirin.”