Serokê Jûrî ya Festîfala Fîlman a Cannesê diyar bû

Derhênerê fîlman ê Spanyayî Pedro Almodovar, wê di 70. Festîvala Fîlman a Cannesê de serokê jûrî be.

Almodovar, ku 30 sal in navê xwe li sînema Spanyayê dinivîsîne, tevî fîlmên 'Pê re baxive" û "Ya pehnî bilind" derhênerî ji gelek fîlman re kiriye.

Almodovar wê bikeve şûna derhênerê fîlmê Mad Max ê Awûstralyayî George Mîller. Festîval wê di navbera 17 û 28'ê Gulanê de pêk were û di dawiyê de jî wê Almodovar, xelata Palmiya Zêrîn tevî jûriya xwe radestî xwediyê wê bike.

Pedro Almodovar daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji ber salvegera 70. a Festîvala Fîlman a Cannesê pîroz dikim, gelekî kêfxweş im."

Derhênerê Spanyayî her wiha ev nivîsand; "Bûyîna serokê jûrî berpirsyariyeke giran e. Hêvîdar im ez ê heq jê derkevim."

Derhêner Almodovar ku pênc caran di Festîvala Fîlman a Cannesê de amade bû, 2 caran xelat stand.

Bi fîlmê bi navê "Her tiştên têkildarî dayika min" xelata derhênerê herî baş û fîlmê wî yê bi navê 'Volver' jî xelatên senaryoya herî baş û lîstikvana herî baş a jin, girtibû.

Fîlmên "Her tiştên têkildarî dayika min" û "Pê re baxive" du Xelatên Oscarê girtibûn.