Santos ê ku xelata Nobelê girtî: Em nêzî aşatiyê ne

Serokê Dewleta Kolombiya Jûan Manûel Santos yê ku hêjayî Xelata Aşatiyê ya Nobelê ya 2016’an hate dîtin, tevî biryara red a referandûmê jî got: “Em pir nêzî aştiyê ne.”

Piştî muzakereya 4 salan a di navbera gerîla û Hêzên Çekdar ên Şoreşa Kolombiyayê (FARK) santos ê ku hevpeymana aştiyê îmze kir, ji aliyê wexfa Nobelê ve hêjayî Xelata Aştiyê hate dîtin.

Piştî biryarê Jûan Manûel Santos di malpera civakî a Wexfa Nobelê de li ser hesabê xwe wiha nivîsî: “ Em pir nêzî aştiyê ne” peyam da. Anî ziman ku Xelata Aştiyê ya Nobelê li ser navê ‘Gelê Kolombiya ê ku di şer de gelek êş kişandiye’ digire.

Santos diyar kir ku girtina Xelata Aştiyê ji bo Kolombiya bigihije aştiyê çavkaniyekî pir girîng a cesaretê ye.