Şanoya 'Deng' diyarî berxwedêrên xwerêveberiyê hat kirin

Lîstika bi navê 'Deng' a ji aliyê koma şano Çarçira ya NÇM Rihayê ve hat amadekirin, cara yekemîn hat nîşandan. Lîstika ku bala temaşekeran kişand, diyarî berxwedêrên li qadên xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest dan hat kirin.

Koma Şano ya Çarçira ku di bin sîwana Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê de kar dike, lîstika xwe ya bi navê 'Deng' pêşkêş kir. Lîstik li Navenda Çand û Hunerê ya Hewengê ya ser bi Şaredariya Hewengê hat lîstin. Hevşaredarên Hewengê, rêveberên partiyê yên HDP û DBP'ê tevî bi sedan kesî li lîstikê temaşe kirin.

Lîstika ku ji aliyê şanoger Mehmet Akkûş ve hat birêvebirin, ji aliyê Rabîa Şîlan Alagoz ve hat nivîsandin û ji aliyê Koma Şano Çarçira ve hat lîstin, bala temaşevanan kişand. Di lîstikê de, di şexsê ciwanekî lal, bêdenghiştina gelekî hat nîşandan. Lîstik her wiha têkoşîna gelê Kurd a li dijî înkarê jî vedibêje.

Piştî lîstikê li ser navê komê şanoger Mehmet Emîn Îsî axivî û bal kişand ser girîngiya deng ji bo hemû civakan bi taybetî ji bo gelê Kurd. Îsî diyar kir, çand û dîroka Kurdan a tê xwestin bê tinekirin, bi rêya dengbêjan gihîştiye roja îro û Kurdan bi rêya deng heta roja îro pêşî li tinebûna çand û dîroka xwe girtine.

LÎSTIK DIYARÎ BERXWEDÊRÊN XWERÊVEBERIYÊ HAT KIRIN

Îsî da xuyakirin, ku yê lîstika şano 'deng' danî pêşiya wan, hevalê wan ê sînemark Îslam Balikkesîr ê li jêrzemînên li Cizîrê hat qetilkirin bû û got, "Di şexsê hevalê Îslam de em vî karê watedar ê niha li vir tê nîşandan, diyarî hemû mirovên li qadên xwerêveberiyê şehîd bûn, dikin."

...