Şanoya Çiya Roja Şanogerên Cîhanê pîroz kir

Şanoya Çiya bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanogerên Cîhanê bal kişand ser berpirsyariya hunermendan a li pêşberî civakê û destnîşan kir, ku divê ew berxwedana niha li xendekan û hemû çeperan de tê nîşandan, bêdawî bikin.

Şanoya Çiya ya ser bi Tevgera Çandê (TEV-ÇAND) bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanogerên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji qontarên çiyayên zagrosan dol û newalên çiyayên Kurdistanê, em roja şanogerên cîhanê di kesayeta hevrê Yekta Herekol de li hemû şanogerên ku di rêya azadiyê de bûne sembol û li hemû şanogerên cîhanê pîroz dikin" û hat destnîşankirin, ku dikên şano, herdem bûne  cihê ku mirovan xwe û rastiya civaka xwe  bi awayekî hunerî xwe gihandina  wijdan û ruhê civakên xwe. 

Şanoya Çiya diyar kir, di nava civakekê de eger dikên şanoyê vala bibin û civak nema şanogerê xwe li ser dikê bibîne, ev yek tê wetaya ku di wê civakê de xitimandinek heye û tekoşîna gihiştina rûh û bedena azad lawaz e. 

'HUNEMEND DIVÊ LI BERAMBERÎ QIRKIRINÊN TÊN KIRIN BÊDENG NEMÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo gihîştina û avakirina  neteweyek  demokratik, divê em herdem hewl bidin  em vegerin li rastiya dîrokê û di rêya  hunera şanoyê de xwe bikin zimanê gihandina heqîqatê. Her dever gerek bibin dikên şanoyê, wê şopdar û temaşevanên rastiya herdem hebin. Divê em 'civatên şanogeran' bibin zimanên rastiyan. Ji xwe şano tê wateya teyisandina civakê. Ger em dixwazin bibin zimanê rastiyê divê em despêkê rastiyan baş biteyisînin. Kesek an civatek ku dibêje ez hunermendim (hozan- xwezan) li beramberî  qirkirinên ku dibin divê bêdeng nemînin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldanên qirkirina çandî yên modernîteya kapîtalîst ên ji bo tinekirina gelan û hat destnîşankirin, kes nikare li pêşberî vê rastiyê bêdeng bimîne, bi taybetî jî hunermend û şanoger qet û qet nikare bêdeng bin.

'EM Ê ÇANDA XWEDAWENDIYÊ CAREKE DIN LI SER VÊ AXÊ ZINDÎ BIKIN'

Şanoya Çiya da zanîn, weke şanogerên Kurd ji her demê zêdetir berpirsiyartî  dikeve ser milên wan û wiha dewam kir; "Bi hezaran zarok, jin, kal her roj bi destên Mardûk û Dehakên zordar tên kuştin. Çawa ku di dîrokê de mirovatî bi agirê Newrozê li beramberî wan zordaran sekinîn divê îro jî li beranberî wan Enkî’yên qurnaz Mardokê zordar were sekinandin. Gelê me yê ku îro li xendekên berxwedanê de li ber xwe dide, baweriya wan bi vê yekê heye; roj roja xwedî li nirxên xwe yên pîroz derketinê ye. Mirovên li ser vê axa pîroz bûne dergûşa mirovatiyê. Îro jî ji hemû dema zêdetir divê li beranberî Enkî û  Nemrûdan serî were rakirin û çanda xwedawendiya Înana û Îştaran were mezin kirin. Roj roja bûyîna zimanê van rastiya ye. Em wek şanogerên li çiyayên Kurdistanê bi wê baweriyê de ne. Bi xweserbûna xwe em ê dîsa çanda xwedawentiyê li ser vê ax pîroz careke din zindî bikin."

'DIVÊ EM LEHENGIYÊN LI ÇEPERÊN BERXWEDANÊ BÊDAWÎ BIKIN Û JI NIFŞÊN NÛ RE RAGIHÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo ew bibinbibin deng û rengên gelê îro di çeperan de li ber xwe dide, divê ew dakevin nava gelê xwe û hat gotin, "Lehengiyên ku îro tên jiyîn ji bo ku bibin senoryoyên şanoyê gelekî dewlemend in. Her berxwedanvanek di van çeperan de li ber xwe didin bi serê xwe lehengiyek mezin e. Divê em çîrok û serpêhatiyên van lehengan bêdawî bikin. Ji bo ku em wan lehengiyên ku tên jiyîn ji pêşerojê re bihêlin, tiştê ku tê xwestin ev e. Hemû gelan xwe bi lehengên dirokî li ser linga digire lê lehengiyên ku li Kurdistanê tê jiyîn hîn gor tê xwestin derneketiyê holê. Ger şano êş û azaran, kefxweşî û xweşikbûnan derdixîne holê, îro ji hemû deman zêdetir ev derfet derketine holê. Em şanogerên Kurdistanê divê xwedî li van rastiyên xwe derkevin û ji pêşeroja xwe re bihêlin.

'PÊWÎSTE EM BIBIN DENGÊ DAYIKA TAYBET, FERÎDEYAN, ZINARAN'

Divê em bibin dengê dayika Taybet ya ku heft rojan cenazeya wê li erdê ma, ma ev bûyer ji bûyera Antîgone lewaztir e? Divê em bibin dengê Ferîdeyan ku di wan bodrûman de bûn sembola berxwedan û azadiyê, divê em bibin dengê Zinaran ku di dilê dijmin de bû topeke agir. Em dikarin bi dehan minakên bi vî rengî jî bidin. 

Li ser van bingehan em roja şanogerên cîhanê di serî de li Rêber APO û di kesayeta Yekta’yan, Baran’an, Hevî’yan Rêzan’an Daxistan û Zerdeşt’an li hemû şanogerên cîhanê û bi taybet jî li hemû şanogerên ji bo jiyaneke azad û wekhev tekoşîna azadiyê dimeşînin re pîroz dikin.
Bi dilê germ em ji çiyayên Kurdistanê bi germahiya Newrozê û bi rengê biharê cejna şanogeran pîroz dikin. Li gel silav û heskirinên xwe yên şoreşgerî cejna we pîroz be."