Romana Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, derket

Romana Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, derket

Romana nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, Eliyê Evdilrehman a bi navê Gundê Mêrxansan ji weşanxaneya Lîsê derket.

Zimanzan û nivîskarê Kurd, Dr. Çerkezê Reş, bi şêweyekî sercemî, bi kurtî û xurtî li qelemê daye: “Di salên 50’yî de, diyarbûna romana Kurdî ya Sovyetiyê li ser riya “leqandin-girtin”a wê janrê bû cure-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkolojiyê. Bi taybetî Ereb Şamîlov û Eliyê Evdilrehman wiha gotî “turuş kirin” xwe li “şovkirin”a menzîla romanê bigirin. Helbet, pirseke mayîn e, çi ka wan di qewlên tunebûna cêribandina tradîsyonê de çawa “şov kirin”, xwendevan çito “ekin”ên ruh û hiş-sewda standin. Ya sereke li vir peydabûna îsbatiya tarîxiyê-lîteratûriyê ye. Fikirîna Kurdên Sovyetiyê ya epîkiyê-gilîkirinê bi wan gavên afirandariyê xwe li morfolojiya romanê, li heyetiya nivîsa “bêhnfireh” digirt…”

Weşanxaneya Lîsê, pirtûka romana pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.

Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968’an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.

ELIYÊ EVDILREHMAN KÎ YE?

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.

Sala 1955’an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.

Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.

Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, Eliyê Evdilrehman, bi romana xwe ya duyemîn a bi navê Gundê Mêrxasan ve (Yêrêwan, 1968), piştî berhema xwe ya bi navê Xatê Xanim (Yêrêwan, 1959), bi riya ‘gilîkirin’a serpêhatiya êla Kurdan a bi navê Çoloyan, bê ka bi çi awayî çûne bajarê Xoyê yê li rojhilatê Kurdistanê, li devereke li binetara çiyayan bi cî û war bûne, di şexsê Riza Efendiyê zordest de hêzên herêmê çawa zor li wan kirine û bi hevkariya Şahê Îranê çawa êrîşî êla giran kirine, Kurdên vê êlê bê çawa bi pêşengiya serekê êlê, Çoloyê Têmûr, şerê wan hemûyan kirine û bo demekê be jî, pişta wan anîne erdê, bê paşê çawa Çemê Erez derbas kirine û çûne li devereke Nexçivana li pêşberî Îdirê bi cî û war bûne û di salên 1930’yî de çawa tevî pergala Yekîtiya Sovyetan bûne, di dorana erdnîgariyeke ne ew çend fireh de, beşeke biçûk ji sercema serpêhatiya neteweya Kurd, bi Kurdiyeke fambar li qelemê dide.

Gundê Mêrxasan, romana romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr Eliyê Evdilrehman, ji nava qulçên kelepora me yên tarî de bi pêş de tê. Nivîskarê berhemên bi navê Morof, Xatê Xanim û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi vê romana xwe, piştî çil û pênc salan, bi gavine fireh raçandî ber bi me û dema me ve tê.