Rojnivîsa Girtîgehê ya Medenî Ferho derket

Rojnivîsa Girtîgehê ya Medenî Ferho derket

Bîranîn, serpêhatiyên rojane yên Medenî Ferho, ku di dema darbeya eskerî 12ê Êlûnê 1980yî de, roj bi roj di girtîgehan de hatine nivîsandin û ji ber lepê zebaniyan hatine xelaskirin, di bin navê, Rojnivîsên Girîtgehê, bi desteka Enstituya Kurdî ya Brukselê, ji weşanên DO derket.

Medenî Ferho di pêvajoya girtîgeha darbeya leşkerî de, ku 6 sal û nîvan berdewam kir, ji destpêka girtina 27ê Cotmeha 1980, heta 86’an bi awayekî drametîk datîne ber çavan. Nivîskar, ji destpêka girtinê dest bi nivîsandina wê demê kiriye. Lê pirranî destnivîsên di girtîgehan de ne. Dîsa jî, destnivîs û notên hatine girtin rastî talankirina rêvebirên girtîgehê hatine. Nivîskar jî, destnivîsên xelas kirine di pirtûkê de bi cih kirine. Di pirtûka “Rojnivîsên Girtîgehê” de, ji 80yî û pêde dest pê dike.

Rêvebiriyên girtîgehan, di her firsendê de, diavêtin ser qoxuşên girtiyan û her tişt talan dikirin. Di dema guhastina cihê girtiyan di nava girtîgehê de û di sewqiyata di navbera girtîgehan de jî, her tiştî girtiyan dihate talankirin. Rêvebiriyên girtîgehan, dijminê destnivîs û pirtûkên girtiyan bûn. Bi vê mebestê, Medenî Ferho, rojnivîsên ku ji sala 83’an û vir ve ji ber talana rêvebirên girtîgehê xelas kirin, komî ser hev kirine. Di destpêka girtina roja pêşî, 27ê Cotmeha 1980’yî, û êşkenceya li Sansaryan Hanê, piştre li Gayrettepe û pêvajoya li Qijleya Selimiye jî, bi nivîsên taybet daniye ber çavan.