Rojên hunerê yên 'Bêdengî Mirin e' dilê muxalîfan şa kir

Rojên hunerê yên 'Bêdengî Mirin e' dilê muxalîfan şa kir

Rojên “Bêdengî Mirin e” ya li Moskowê ji aliyê komên mûzîkê yên rewşembîr, anarşîst, feminist, wêjevan û hunermendên ku li Rûsyayê zêdetir demokrastî, azadî û mafan dixwazin ve hat lidarxistin bi dawî bû.

Hunermedên ku diyar kirin ku armanca wan ew e ku dilê muxalîfan şa bikin, bi pêşangeh, koser , semîner, û çalakiyên wêjeyî qada polîtîk berfirehtir kirin û piştgirî dan muxalefeta Rûs. Bi taybet di nava hevparên tevgera nûjen a civakî de komên mûzîkê yên Rock, protest û barîkat balê kişandin ser xwe.

Komên Rockê di salona Artplay de derketin ser dike, her çendî gelek caran li rastî provakasyonên nijadperestan hatin jî, lê dîsa yek ji çalakiyên herî bi bandor ên protest ya ji salên 1980’yî ve bû. Bi taybet koma jinan a bi navê Pusy Riot a bi hewldanên xwe yên muxalîf ku gelek caran bi çalakiyên xwe yên sivîl û ateîst li hemberî dêran jî derdikevin, di warê polîtîk û populîstbûnê de dengek mezin vedan. Jixwe armanc jî ev bû; (li hemberî rejîmên ne demokratîk) bêdengî mirin e.

Arkadî Kots, Galî Poyar, Lîsçkî Xlep û Vasîlî Şumov ên ku mûzîkên protest dibêjin, di qada parvekirina civakî yên weke Twitter û Facebookê de yên herî tên şopandin in. Vê projeya “Bêdengî Mirin e” bingeha xwe ji albuma bi navê Tarakan a koma Pank wergirtiye. Ev komane di heman demê de ji komên antî-milîtarîst ên di salên 1970an de li Îngilîstan û di salên 1980’yan de li Amerîkayê jî bandor bûne.

Di wan deman de Rûsya ji nû ve dest bi textîkên xwe kiribû û li hemberî sîstema Sovyetê bizavek a çanda kontir hebû. Lê dîsa jî li hemberî dewleta dîsîplînperest û dewleta xwe têkelê hemû awayên jiyanê dikir, azadîxwaz bûn. Bi taybet jî di van salên dawiyê de li gorî xwe li hemberî rejîmên otorîter di çarçoveya mafên gel de tevdigerin.

JINÊN DÎNIK!

Koma Pusy Piot a Feminîst Punk a ku ne tenê li hemberî sîstemê radibe, di heman demê de di nava civaka Rûs de balê dikişînin ser xwe û ji bo vê endamên wê (Maria Alyokhina, Nadezhda Tolokonnikova) hatine girtin û cezayên giran li wan hatine birîn, pir hatin ecibandin. Ev kom di cotmeha 2011 de hat sazkirin û li Moskowê bi awayeke kolektîf xebitîn. Ji ber ku strana wan a weke “dûayên Punk” a bi awayê “Meryema bakîre bû feminist/ Meryema bakîre, Pûtîn tarûmar bike” balê kişand ser xwe.

Piştî çalakiya bi qasî çend deqeyek berdewam kir, di heman rojê de vîdeoya wê çalakiya wan ket malperên înternetê û di rojekê de 600 hezar kes temaşe kir û bi vî awayî rerok şkand. Piştî çend rojan Dêra Ortodoksên Rûsyayê bi daxwaza 7 sal cezayê girtîgehê ji sucê “holîganîzmê” doz li endamên Pusy Punkê vekir. Departmana Terorê ev doz dewr girt. Piştî ku aktîvîstên Ortodoks navên endamên vê koma jinan di malperên înternetê de belav kir, nav û dengê wan zêdetir belav bûn. Êdî di înternetê de bûne yek ji komên herî populist.

Gelek resam, mûzîsyen, hunermendên din, rewşembîr, nivîskar, guhdarvan û axaftvan beşdarî rojên protestoyî yên hunerê bûn û piştgirî dan.