Rojên Çanda Kurd a Berlînê di 20’ê Adarê de dest pê dike

Di 20’ê Adarê de bi meşa Newrozê ya bi meşale ya ji Adenauerplatzê heta Wittenbergplatzê wê were dest pê kirin. Di çarçoveya çalakiyên Rojên Çanda Kurd a Berlînê di 22’ê Adarê de li sînemaya Kino Eiszeitê wê ‘Kilama Dayîka Min’ were nîşandan.

Di çarçoveya çalakiyên Rojên Çanda Kurd a Berlînê de ya ku wê di 20’ê Adarê de bi meşa Newrozê ya bi meşale ya ji Adenauerplatzê heta Wittenbergplatzê were dest pê kirin, di 22’ê Adarê de jî li sînemaya Kino Eiszeitê wê ‘Kilama Dayîka Min’ were nîşandan. Di êvara heman rojê de jî li Familienzentrumê wê şeva govendê were li dar xistin.

Di çalakiyên Rojên Kurdan de di 23’ê Adarê de jî wê panelek li ser penaberên Kurd ên Berlînê were li dar xistin. Panela ku wê li Rosa Park Ortschuleyê were li dar xistin, nûnerê ji Koç û Guncanbûnê ya Senatoya Berlînê Andreas Germershausen, ji Navenda Civaka Kurd a Berlînê Rıza Baran, ji Yekmalê İskender Gudat, parêzer Jalal Amin Mouhammad û ji nûnerên civaka sivîl a Elmanan jî wê Holger Förster beşdar bibe.

Di 24’ê Adarê de dîsa li Familienzentrumê wê bi Hülya Baba re atolyeya medbexê were li dar xistin a ku bi pirtûka Medbexa Kurdan a Gerdîşî di sala 2009’an de amade kiribû û xelata Gourmet World Cookbook Awardsê stendibû.

HETA 2’YÊ NÎSANÊ WÊ HIN RÊZEÇALAKÎ WERIN LI DAR XISTIN

Bernameya rojên din ên Çalakiyên Rojên Çanda Kurd a Berlînê wisa ye:

Di 25’ê Adarê saet di 14’an de: Li Civiliparkê Newroza Zarokan,

Di 27’ê Adarê saet di 19’an de: Li sînemaya Il Kinoyê nîşandana fîlmê ‘Mast’ û ‘Azad’,

Di 28’ê Adarê saet di 19’an de: Li Werkstatt der Kulturenê li ser mijara ‘Jin Jiyan Azadî, Zanistên Femînîzmê û pratîkên perspektîfa Jinên Kurd.”  Dilar Dirik a ku li Zanîngeha Cambridgeyê xebatên doktorayê dike û çalakvana Elman Yvonne Heine ya ku li ser tevgera jinan dixebite, wê beşdarî panelê bibin.

Di 1’ê Nîsanê de piştî saet 21’an li Südblockê wê konsera ciwanan ên bi navê ‘Dengê Ciwanên Kurd’ were li dar xistin.

Herî dawîn jî di 2’ê Nîsanê saet di 19’an de dengbêj Nurhayat, Dilber, Kadriya, Maviş, Şehriban wê beşdarî şeva dengbêjan bibin a ku wê li Villa Neukölnê were li dar xistin.