Rojavayî dê sibe ji bo zimanê xwe bimeşin

Rojavayî dê sibe ji bo zimanê xwe bimeşin

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku her hefteyê roja înê derbarê mijarekê de meşan li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman, dê sibe jî ji bo zimanê dayikê bimeşin.

Li Rojavayê Kurdistanê "Meşa Înê" ku her hefteyê bi druşmeyekê tê lidarxistin, dê vê hefteyê bi diruşmeya "Kurdî zimanê me yê fermî ye" bê lidarxistin. Meş, bi minasebeta destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê dê li bajarên Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Amudê, Tirbespiyê, Hesekê, Kobanê û Tiltemir bêne lidarxistin.

Di meşan de dê li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê bê rawestîn û bang li gel bê kirin ku zarokên xwe bişînin perwerdehiyên bi zimanê kurdî têne dayîn.

SKZ AMEDE YE LI 20 DIBISTANAN DERSÊN KURDÎ BIDE

Li Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew di rewşa heyî de amade ne li 20 dibistanên seretayî perwerdeya bi temamî ya Kurdî bidin. Her wiha, li Qamişloyê mamosteyên ku heta niha li dibistanan dersên Erebî didan, ji bo bikarin heman dersên xwe bi Kurdî bidin, dest bi dewreya hînbûna Kurdî kirin. Li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê û Helebê xebatên ji bo perwerdehiya bi Kurdî bi lez û bez didomin.

KCK: DI ASTA ŞOREŞÊ DE YE

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê di daxuyaniya di 22’ê Îlonê de weşan de perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin silav kir û got; “Bi sedan dibistan û bi hezaran mamosteyan ve yên ku dest bi perwerdehiya sala nû kirine bi ruhê serkeftina netewî û berxwedaniye ve em we silav dikin. Hêvîdar in ku ev sala nû ya perwerdehiyê bibe wesîle ji mayendebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, sekna xwîna ku li Rojhilatanavîn diherike, aşîtiyeke mayende û biratiya navbera gelan.

Vekirina dibistanan û birêvebirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî qasî ku di asta şoreşê de ye, ew qas jî ji bo parçeyên din yên Kurdistanê dibe mînakeke berbiçav û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêdivîya dayina berdêlên pêwîst û devjêlênegeriya vê pewîstiyê jî derdixe berçavan.”