Rojava bi sîstemeke ji pir çandî û pir zimanî 21'ê Sibatê pêşwazî dike

Ji Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Zozan Cizîrî diyar kir, sîstema perwerdeya pir çandî û pir zimanî bingeha serketina Şoreşa Rojava ye.

Ji Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Zozan Cizîrî diyar kir, sîstema perwerdeya pir çandî û pir zimanî bingeha serketina Şoreşa Rojava ye.

21'ê Sibatê salvegera kuştina xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ye, ku di têkoşîna ji bo Tevgera Zimanê Bengalî de ji aliyê polîsên Bangladeşê ve hatibûn qetilkirin. Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17'ê Mijdara 1999'an de ev roj weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Lê belê di salvegera 16. a ragihandina vê rojê de hînê li Rojhilata Navîn gelek ziman qedexe ne, di bin zextê de ne û li ber tinebûnê ne. Yek ji van jî zimanê Kurdî ye. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi xebatên ji bo zimanê dayikê kir, sîstema perwerdeyê ya pir çandî û pir zimanî bi pêş de dibe.

Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Zozan Cizîrî, xebatên li ser zimanê dayikê yên li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Cizîrî bal kişand ser girîngiya ziman ji bo civakan û diyar kir, çand û ziman rastiya civakan e. Cizîrî got, "Her gel hebûna xwe bi zimanê xwe nîşan dide û rastiya neteweyî jî bi zimanê xwe bi pêş de dibe. Ziman nîşaneya hebûna gelekî ye. Çand û nasname jî amûrên pêşvebirina baweriya bi xwe ye. Di mirovbûyîna mirovan de roleke girîng a ziman heye."

'BI QELSKIRINA ZIMANÊ KURDÎ RE HEWL DAN HEBÛNA GELÊ KURD TINE BIKIN'

Cizîrî da xuyakirin, ku zimanê dayikê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û bal kişand ser polîtîkayên qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd. Cizîrî got, "Dewletên serdest ji ziman dest bi polîtîkayên qirkirina çandî kirin. Bi qedexekirina zimanê me, bi pêşîgirtina li perwerdeya bi zimanê dayikê û bi dibistanên xwe yên ji polîtîkayên mêtîngeriyê re xwestin zimanê Kurdî qels bikin û bi vî rengî hebûna gelê Kurd tine bikin.

Cizîrî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî yên 4 dewletên li Kurdistanê serdest in, bi taybetî polîtîkayên dewleta Tirk û rejîma Baas bibîr xist û ji bo pêşvebirina zimanên dayikê, hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê vegot.

'EM DIXWAZIN JI HEMÛ GELÊN LI ROJAVA RE DERFETÊN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIAFIRÎNIN'

Cizîrî got, "Îro li Rojavayê Kurdistanê, weke Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk em pêşvebirina sîstema perwerdeya ji pir çand û pir zimanî girîng û weke karê destpêkê dibînin. Em dixwazin ji hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên sîstemê re vê derfetê biafirînin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi pêş ve bibin. Sîstema me ya perwerdeyê xwe dispêre vê ferasetê. Sîstema me ya perwerdeya bi zimanê dayikê ya pir çandî û pir zimanî, bingeha serketina Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava îro weke hêviya demokrasî û azadiyê ha gelan bi pêş de diçe. Lewma divê her gel û civak hem bi rengê xwe bijîn, hem jî bi vî rengî tevlî nava hemû xebatên civakî bibin. Eger ev neyê kirin, hingî mirov nikare şoreşê weke şoreşeke demokrasî û azadiyê pênase bikin."

'DERMANÊ ROJHILATA NAVÎN AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Zozan Cizîrî bibîr xist, ku îro li Rojavayê Kurdistanê 3 zimanên fermî hene û got, "Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî yên rêveberiya xweseriya demokratîk in. Tevî vê yekê, eger kesek Ermenî be yan jî Keldanî be, yan jî ji gelên cuda be, mafên wan hene zimanê xwe bi pêş de bibin, bi kar bînin, veguherînin saziyê û rêyên vê tên vekirin. Bêguman divê ev sîstema me ya pir çandî, pir zimanî bi nêzîkatiya afirandina neteweya demokratîk re bê nirxandin û xizmetê ji vê re bike. Di vî warî de, ya ku hêzê dide me jî hêvî û baweriya bi avakirina neteweya demokratîk e. Ji bo Rojhilata Navîn a bûye qada şerê etnîk û mezhebî ji nû ve li rewşa xwe ya hilberîne, azadî û aştiyê vegere, dermanê xwe yê yekane avakirina neteweya demokratîk e."

Cizîrî diyar kir, ji bo amadekirina mufredatê vê sîstemê, di bin sîwana komîteya perwerdeyê de wan komîteyeke pirtûkan ava kirine û anî ziman, ku di bin sîwanê vê komîteyê de ekîbeke wan a pirtûkên bi Kurdî, Erebî û Suryanî yên ji bo perwerdeyê amade dike. Cizîrî da xuyakirin, ku ev kar destpê kiriye û wê pirtûk bigihêjin serdema nû ya perwerdeyê.

Cizîrî got, "Sîstema me hînê nû ye, kêmasiyên xwe jî hene. Lê belê em hewl didin kalîteya perwerdeyê gav bi gav bilind bikin. Dema şoreşa Rojava destpê kir, bingeha xebatên me yên zimanê dayikê qels bû. Lê belê ji bo pêşvebirina zimanê xwe, ji bo li qadên siyaset, huner, çand, zanistî û hemû qadan bigihînin standartan, xebatên me dewam dikin. Di vî warî de gav bi gav planên me hene. Hem ji bo dema nêz, hem jî ji bo dema dirêj armancên me hene."