Radyoya "Dengê Kurdistan" 1’ê Îlonê dest weşanê dike

Radyoya "Dengê Kurdistan" 1’ê Îlonê dest weşanê dike

Roja 1ê Îlonê radyoyek nû bi navê "Dengê Kurdistan" dest bi weşanê dike ku wê guhdar karibin li seranserî Kurdistan û Rojhilata Navîn rojane guhdariya wê bikin.

Radyoya Dengê Kurdistan, ji aliyê Weqfa Medyaya Kurdî SKM ve ku di heman demê de xwediyê Newroz TV ye hatiye avakirin.

Weqfa Medyaya Kurdî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Radyoya Dengê Kurdistan wê ji 1ê Îlonê pê ve, rojane bi hemû zaravayên kurdî weşanê bike û wê cihek berfireh bide nûçe, bernameyên çandî, hunerî, siyasî, civakî û dîrokî.

Radyoya Dengê Kurdistan wê rojane li ser pêla kurt û frekansa 11 hezar û 510ê weşanê bike..