PHKÊ: Xwedî li Êzidiyan derkevin

PHKÊ, bang li Yekitiye Ewropa (YE) kir ku xwedî li Êzdiyên Çiyayê Şengalê derkevin.

Platforma Hunermendên Kurd ên Êzdî (PHKÊ), li ber deriyê parlemantoya herêma Bremen di saet 15:00’an de çalakiye hunerî lidar xistin.

Di çalakiyê de li gel nêzî 25 hunermendan 200 welatiyên Êzidî jî beşdar bûn.

Hevserokê Platforma Hunermend Xemdar diyar kir ku KDP li ser xwine Êzdiyan çekên giran ji Ewropa girtine, îro li dijî Êzdiyan bikar tine. Xemdar destnîşan kir ku divê demildest Yekiya Ewropa pêşiya vê hovîtiya çeteyên KDP û dagirkerên dewleta tirk bigrin.

Hunermend xemdar wiha got: “KDP ya ku bi 13 hezar pêşmergeyên xwe ve ji Şengal revîne, îro bi nav çeteyên roj êrîşî zarok, jin, kale mêr û jina dikin, dixwazin fermana ku li ser Êzidiyan hate kirin temam bikin.”

Xemdar destnîşan kir ku weke hunermendên Kurdên Êzdî wê hetanî metirsî li ser civake wan hebe,wê li her devera Ewropayê çalakiyên xwe yên demokratîk lidar bixin..
Her wiha hunermend Xemdar anî ziman ku dosyayek amade kirin û pêşkêşî Parlementoya Ewropayê û Berlînê bikin.

Hunermend Xemdar diyar kir ku divê bi lezgîn her kes pêşiya fermanên nû bên girtin, bêdengî îxanet û xefletê bi xwe re tîne.

Piştre jî nûnerên NAV-YEK, Meclîsa Gel a Bremen û gelek saziyên din jî peyamên şermezarkirinê dan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî bi qasî saetekê dewam kir.