Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê dike

Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê dike

Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê dike. Pêşbazî bi du zimanan ango bi kurdî û tirkî pêk tê. Xelat di 4 kategoriyên weke ‘Nûçeyên bi kurdî’, ‘Nûçeyên bi tirkî’, ‘Fotograf’ û ‘Karîkatur’ de tê lidarxistin. . Berhemên bêne şandin divê herî dereng heta 7’ê îlona 2012’an bigihijin ber desteya hilbijêr.

Ji bo Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter a ku her sal li Amedê pêk tê, dest pê dike. Komîteya Amedekar a Pêşbaziyê ragihand ku divê berhemên bêne şandin herî dereng heta 7’ê îlona 2012’an bigihijin ber desteya hilbijêr.

MERCÊN BEŞDARBÛNÊ

Komîteya Amadekar got; “Pêşbazî bi du zimanan ango bi kurdî û tirkî pêk tê. Xelat di 4 kategoriyên weke ‘Nûçeyên bi kurdî’, ‘Nûçeyên bi tirkî’, ‘Fotograf’ û ‘Karîkatur’ de tê lidarxistin. Ji bilî van kategoriyan dê Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz bê dayîn. Di her kategoriyê de dê bi tenê xelatek bê dayîn. Di kategoriyên nûçe û fotografan de ji bilî berhemên ji pêşbaziyê re rasterast hatine şandin, dê berhemên desteya hilbijartinê jî pêşniyar kirine li ber çavan bêne girtin. Di her kategoriyên wekî, ‘nûçe’, ‘fotograf’ û ‘karikatur’ de xelatê pereyan dê bê dayîn û ji bo her yek ji wan 2 hezar û 500 TL ye.

Komîgeyê diyar kir ku endamên juriyê û xebatkarên rojnameyên ‘Ozgur Gundem’ û ‘Azadiya Welat’ nikarin tevli pêşbaziyê bibin û wiha domand; “Berhemên ku bêne şandin an divê nehatibin weşandin an jî piştî 20’ê îlona 2011’an hatibin weşandin. Berhemên bêne şandin divê herî dereng heta 7’ê îlona 2012’an bigihijin ber desteya hilbijêr. Her kes bi tenê di kategoriyekê de dikare tevli pêşbaziyê bibe. Berhemên ku ji bo kategoriya ‘nûçeyan’ tên şandin divê bi 5 nusheyan bigihijin ber destên juriyê.”

Komîteyê ev agahî da, “ser berhemên wekî; karikatur û fotografan kunye hebe. Ango li pişta fotograf an jî karîkatur li quncikê çepê yê jêr etîketek hebe û li ser (navê fotograf, çima hatiye çêkirin an jî kişandin, kengî û li ku) agahiyên esasî cih bigirin. Divê berhem bi mezinahiya 18x24 cm û rengîn an jî reş-spî bin. Navên ên ku xelat qezenc kirine dê di 15’ê îlona 2012’an de bên aşkerakirin. Xelat dê bi merasîmeke mezin di 20’ê îlona 2012’an de li xwediyên wan bên belavkirin. Berhemên hatin li xwediyên wan nayên vegerandin û dê di rojnameyê de bêne weşandin. Namzet divê kurtejiyana xwe ligel berhemên xwe û fotografê xwe ji navnîşanên jêr re bişînin.

JURÎ:

JURIYA NÛÇEYÊN KURDÎ: Xangul Ozbey Leyla Ayaz M. Alî Ertaş Azîz Ogur, Omer Tur

JURIYA NÛÇEYÊN TIRKÎ: Nadîre Mater , Ertugrul Mavîoglu , Fatîh Polat, Berat Gunçikan , Huseyîn Aykol JURIYA WENÊYAN: Ramazan Ozturk, Gultekîn Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag

JURIYA KARÎKATURAN: Tan Oral, Gulay Batur, Sarkîs Paçaci, Halîl Încesu

Xelatên Rojnamegeriyê û Şehîdên Çapemeniyê yên Mûsa Anter, 1993 - “Ozgur Gundem”, 1994 - “Ozgur Ulke”, 1995 - “Yeni Politika”, 1996 - “Demokrasi”, 1997 û 1998 - “Ulkede Gundem”, 1999 “Özgür Bakış”, 2000 - “2000 - Yeni Gundem”, 2001 û 2002 - “Yedinci Gundem”, 2003 - “Yeniden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006 - “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007 - “Gundem”, 2008 Azadiya Welat û Alternatîf, 2009 Azadiya Welat û Gunlukê, 2010 Azadiya Welat û Gunlukê 2011 Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dan.

TÊBÎNIÎ: Xelat dê bi merasîmekê li Amedê ji xwediyên wan re bên dayîn.

‘Nûçeyên bi kurdî’ jî dê ji vê navnîşanê re bêne şandin: Huzurevleri Mah. Dr. Sıtkı Goral Cad. 13. Sok. Yenî Bîna Kurtçe Dîl Kursu Kat: 2 Kayapinar / DIYARBAKIR Tel: 0 (412) 237 48 91 Fax: 0 (412) 237 48 89 ‘Nûçeyên ‘bi tirkî’, ‘karikatur û ‘fotograf’ dê ji vê navnîşanê re bêne şandin: Şehît Muhtar Mah. Îstîklal Cad. Mîs Sok. Tan Apt. No: 4/7 Beyoglu / ÎSTANBUL Tel: 0 (212) 244 13 85 Fax: 0 (212) 244 09 41