Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî di 15'ê Cotmehê de ye

Komîteya Amadekar a 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî da xuyakirin, ku amadekariyên wan ên ji bo pêşbirkê qediyan e û diyar kir, pêşbir wê di 15'ê Cotmehê de li bajarê Kasselê mîna mîhrîcanekê bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar a 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, amadekariyên pêşbirkê qediyan e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Merasîma xelatdayînê, wê di 15'ê Cotmehê roja Şemiyê de li bajarê Kassel ê Elmanyayê mîna mîhrîcanekê were lidarxistin. Ji bo vê pêşbirka Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), ji girtîgehan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê bi sê zaravayên Kurdî, bi Tirkî û Elmanî çîrok û helbest hatin şandin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her berhemek kurteberiya raboriyeke civakî ye û hat gotin, "Ji ber ku em bi vê çalakiyê bûne wesîle ji bo bilêvkirina hestên hevrêyên xwe û gelê xwe, gelekî serbilind in. Her berhem ji bo me pîroz e. Di şeva xelatdayînê de tevî berhemên bi ser ketine, em ê hemû berhemên beşdar bi raya giştî re parve bikin.

Di merasîmê de wê Xelîl Xemgîn, Zele Mele, Xezal û gelek hunermendên din derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê, li wêjevan, hunermend û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin, ku tevlî şeva xelatdayînê bibin."

Merasîma xelatdayînê wê li navnîşana Mehrzweckhalle Frommershausen, Pfadwiese 10, 34246 Vellmar (Kassel – Elmanya) bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku agahiyên berfirehtir ên li ser pêşbirkê dikare ji vê lînkê werin peydakirin: http://www.yxkonline.com/index.php/component/dpcalendar/event/1