Perwerdeya zimanê dayikê parçebûyina di nav gelan de radike

Hevserokên Konseya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra Hecî Alî û Mihemed Salîh Evdo, diyar kirin ku perwerdeya zimanê dayikê parçebûna mabeyna gelên Rojava ji holê radike.

Hevserokên Konseya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra Hecî Alî û Mihemed Salîh Evdo, diyar kirin ku perwerdeya dayikê parçebûna mabeyna gelên Rojava ji holê radike. 

Hevserokên Konseya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra Hecî Alî û Mihemed Salîh Evdo bal kişandin ku bi perwerdeya zimanê dayikê ya sala perwerdeya 2015-16’an destpê kirin ve mesafeyak baş derbas kirine û pêşdaraziyên pêşketî tevahî bi dawî bûne û cejna zimanê dayikê ya Kurdî, asta perwerdeya zimanê li Rojava ji ANF’ê re nirxandin.

Alî diyar kir ku bi şoreşê re perwerdeya ziman destpê kiribû, wiha dom kir: “11’ê Cotmeha 2012’an bi awayekî fermî Dibistanên Perwerdeya Kurdî vebûn. Bi îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve jî Lijneya Perwerdeyê hate sazkirin û piştre amadekariyên perwerdeya zimanê dayikê astek hê jortir bi dest xist.”

Alî wiha axivî: “Me bi kadroyên pispor û alîkariya Komîteyên Perwerde yên Mexmûrê ve materyalên perwerdeyê amade kirin.”
Alî têkîldarî tarzên perwerdeyê jî ev gotin: “Em perwerdeyê tenê bi dersên li dibistanan nagirin dest. Ji bo em karibin gel tevlî perwerdeya zimanê dayikê bikin, me bi civînan re hewl da fikarên wan bidin derbaskirin.”

BERNAMEYA ME LI SER 3 ZIMANAN PÊŞ KET

Hevserok Mihemed Salîh Evdo jî diyar kir ku piştî îlana rêveberiya xweseriya demokratîk, wek gava yekem komîteya pirtûkan ava kirine, wiha dom kir: “Ev komîteya me li bajarê Dirbêsiyê ava kir, li cihekî girtî xebat meşandin. Ev hevalan hem ji komîteyek berfirehtir bûn bingeh hem jî ji bo avakirina perwerdeyê gelek xebat meşandin.

Evdo ragihand ku bernameya xwe ya destpêkê ji ser sê zimanan ava kirine, ji ber vê jî destpêkê 3 komîteyên din di bin vê sêwanê de ava kirine û got: “Ev komîteyan yek li ser zimanê Kurdî, yek li ser Erebî û yê din jî li ser zimanê Suryanî xebat meşandin.” Evdo got wê sala pêş jî di van sê zimanan de perwerdeyê bidin.

DI AVAKIRINA CIVAKÊ DE AKADEMÎ GIRÎNG IN

Semîre Hecî Alî bal kişand ku ev wê ne tenê di qada perwerdeya ziman de her wiha ji pêşketinên di qada zanistî re jî bibe bingeh , di pêşxistina hebûna civakê de bibe xwedî bandor û.

DI MEŞANDINA XEBATÊN PERWERDEYÊ DE JI SEDÎ 98 JIN IN

Alî got jinan xwe di perwerdeyan ji nû ve afirandine û wiha got: “Heta niha di meşandina xebatên perwerdeyê de ji sedî 98 jin in.”

JI BO EREBÎ 2 XEBATÊN ME YÊN AKADEMIYÊ HENE

Hevserok Mihemed Salîh Evdo jî destnîşan kir ku her çiqasî paşerojê hewldanên rejkirinê û gel berdana hev hebûn û ev bû sedema pêşdaraziyên gelên li Rojava, bal kişand ku bi vê pêvajoyê ve gelên li Kantona Cizîrê ev pêşketinên xizmeta gelan dikin dîtin û got: “Wek mînak ez bidim, 2 xebatên me yên Akademiyê ji bo perwerdeya zimanê Erebî hene.”

HÊZA ROJAVA JI YEKITYA GELAN E

Evdo got perwerdeya di zimanê dayikê ji bo wan gaveke gelekî pîroz e, û wiha got: “Me ji bo gelê Ereb jî di zimanê xwe de perwerdeyê bidin sîstem ava kir û her cure derfet me pêşkêşî wan kir. Ev ji bo wan jî baweriyek mezin. Komîteya pirtûkên perwerdeyê amade kirin jî di heman qadê de hevkariyek çêkirin û endamên Kurd, Ereb û Suryan di nav xebat û jiyaneke hevpar de ne. Yên vê xebatê dikin bi ruh û baweriyek hevpar dixebitin.”
Evdo, her wiha li ser bandor vê xebatê û bandorkirina pêşoraja gelan jî got: “Ev wê bi awayekî erênî bandorê lê bike. Hêdî hêdî ew parçebûna ku rejîm û hêzên serwer xistibûn nav gelan ji holê radibe. Her diçe hê bi hev bawer dikin û nêzî hev dibin. Welatekî hê bi ewle û bedew tê afirandin.”

Evdo di dawiya axaftina xwe de got ew siberojek hevpar ava dikin û ev anî ziman: “Eger em nikaribin gelan nêzî hev bikin, wê demê em ne serkeftî ne. Hêza Rojava ji yekitiya gelan derbas dibe.”

‘DIVÊ ZIMAN Û ÇANDA JINÊ XWE BI RÊXISTIN BIKE’

Hevserok Semîre Hecî Alî jî bi lêv kir ku divê jin xwe ji şêwazê jiyana sîstema serwer diyar kiriye rizgar bike, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min li jinan ew e ku bila xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û zane bikin. Rêber Apo dibêje, ‘Eger jin xwedî biryar be îrade ye.’ Divê jin xwe bîne asta ku bibe xwedî biryar. Bi şoreşa Rojava re jinê şoreşek mezin jiya. Lê, wek civak hê jî jinê xwe ji kevnoşopiyên kevn paqij nekiriye. Ji bo azadiya xwe divê têbikoşe.”