'Perwerdehiya herî bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye'

'Perwerdehiya herî bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye'

Komxebata KCD'ê ya "Di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî" bi gotûbêjan berdewam kir. Hîndekera Zaningeha Bîlgî Dr. Muge Ayan Ceyhan, di komxebatê de diyar kir ku perwerdehiya herî baş û bi kalîte perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), komxebata ku bi alîkariya TZPKurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê Komeleya Niviskarên Kurd û Egitim Senê li Salona Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman a bi navê "Di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî" bi niqaşên cuda didome. Di beşa pişti nîvro de Hîndekara Zanîngeha Bîlgî Dr. Muge Ayan Ceyhan, li ser girîngiya zimanê zikmakî rawestiya û wiha got: "Xwendekareke bi zimanê zikmakî dest bi perwerdehiyê bike piştî perwerdehiyê hêsantir fêrî zimanên din dibe. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî perwerdehiya herî baş e. Me li ser dibistanan lekolîn kir. Di pirs û bersîvan de kesên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibîne hêsantir pirsan dibersivîne.

BULBUL: LI HERÊMÊ LI GEL PIRSGIRÊKA ZIMANÊ ZIKMAKÎ GELEK BIRSGIRÊKÊN DIN JÎ HENE

Serokê Giştî yê Komeleya Pîr Sultan Evdalê û endamê Komîteya Ol a KCD'ê Kemal Bulbul, li ser bîr, bawerî û ol rawestiya. Bulbul, anî ziman ku li gel pirsgirêka ziman, pirsgirêka bî, bawerî û ol jî pirsgrêkek girîng e û wiha got: "Li Herêmê tenê kurd pirsgirêka ziman najîn. Hemû gelên li Kurdistanê pirsgireka ziman dijîn. Li herêmê bi qazî zimanê zikmakî zimanê îbadetê û bîr û baweriyê jî girîng e."

Hîndekarê Zanîngeha Sabanci û Bogaziçi Mehmet şerif Derince ku bi kurdî perwerdehiya zimanê kurdî dide li ser 4 modelên kurdî axivî. Derînce, anî ziman ku di destpêkê de zarokên kurd qet tirkî nizanin û tenê bi kurdî dizanin û wiha got: "Di merhaleya duyemîn de jî zarok hinekî tirkî zanin û kurdî zanin. Di merhaleya seyemîn de kurdî û tirkî bi qasî hev zanin û di merhaleya çaremîn de dizanin kurdin lê qet bi kurdî nizanin.

ŞAHÎN: ZIMAN EYNEYA CIVAKÊ YE

Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn jî li ser rol û mîsyona ziman rawestiya û wiha got: "Bandora ziman li ser perwerdehiyê gelek e. Ji bo zarokekî perwerdehiya mingehîn perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Zarok ji destpêka jiyanê heta mezin dibin her tiştî berê bi zimanê zikmakî fêr dibin. Ji ber vê yekê divê zarok heta 6 saliya xwe her tişti bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ji ber ku bi kurdî perwerdehî nayê dîtin jiyana zarokan jî tev li hev dibe. Perwerdehî eyneya neteweyekî ye. Ji ber vê yekê divê her kesên ku xwe demokrat dibînin piştgiriyê bidin perwerdehiya kurdî.