Ozz Nûjen: Em destûrê nadin mirinan

Ozz Nûjen: Em destûrê nadin mirinan

Piştgiriya ji bo berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên kurd ku ji 12’ê îlonê ve hatiye destpêkirin û niha 10 hezar girtî di grevê de ne, her ku diçe zêdetir dibe. Piştgiriyek jî ji komedyenê Swêdî-Kurd Ozz Nûjen hat.

Ozz Nûjen piştgirî da greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyên kurd û ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ya ku bersiva erênî nedayee daxwazên girtiyan, rexne kir.

Ozz Nûjen da zanîn ku girtî ji bo daxwazên xwe yên mafdar jiyana xwe xistine rîskê. Nûjen da zanîn ku gotina Erdogan ya li Almanyayê gotibû li Tirkiyeyê kes di gireva birçîbûnê de tune ye jî derveyê mirovahiyê ye.

Ozz Nûjen diyar kir ku Erdogan kurdên ketine grevê wekê mirov nabîne û got: “Fedekarina canê mirovahiyê wî eleqeder nake. Ev helwest nayê qebûlkirin. Kurd ji bo mafê xwe bigire serî li her rê dan. Têkoşîna aştîyane û çekdar dan. Lê dewleta kurd mafê gelê kurd neda. Niha jî girtiyên kurd ketine grevê û jiyana xwe ji bo mafên xwe feda dikin.”

Ozz Nûjen da zanîn bêdengiya hikûmeta Swêdê ya li dijî grevan jî nayê qebûlkirin û diyar kir Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bîldt wekî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tevdigere û da zanîn madalyaya ku li Tirkiyeyê kirin stûyê wî jê re giran tê û wekê ku felc bibe nakeve dewreyê”

Nûjen da zanîn ji bo mirin çênebin dê bikevin nava hemû hewldanan û ragihand roja pêncşemê dê nêzî 50-60 hunermendên kurd bên cem hev û biryaran bigirin.