Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gorra xwe hate bîranîn

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gorra xwe hate bîranîn

Romannivîs û Nivîskarê kurd Mehmed Ûzûn ê ku 5 sal ber ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bîranîn.

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn ê ku di 11'ê cotmeha 2007'an de jiyana xwe ji dest da li Gorristana Deriyê Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn.

Ligel malbata Ûzûn, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, Helbestvan Hîcrî Îzgoren û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn.

Piştî rêzgirtinê Nivîskar Şeyhmus Dîken axivî û diyar kir ku Ûzûn li pey xwe mîrateyekî gelek mezin hişt lê ew xwedî li vê mîrateyê baş derneketin û wiha got: "Mehmed di wêjeya kurd de bi pênûsê xwe şopekî mezin hiştî"

Hevsera Ûzûn Zozan Ûzûn jî axaftina xwe bi bîranînekê dest pê kir û wiha got: "Nîva şevê di xewê de hişyar bû lempeya odeyê hil kir. Ez jî hişyar bûm. Min pirsa 'Çi çêbû tiştek qewimî?' pirsî. Ji min re got, 'Lehengekî min tiştek ji min re got ez ji bo wê binivîsim rabûm'. Mehmed di jiyana xwe ya niviskariyê de gelek bi dîsîplînî dixebitî."

Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş jî diyar kir ku pirtûkên Ûzûn di jiyana wî de cihekî gelek mezin girtin û wiha got: "Êdî em xevnên xwe bi kurdî dibînin." Demîrtaş, anî ziman ku Şaredariya Surê mala diyarî Ûzûn kirî dê di demek kin de weke bike muze û wiha axivî: "Divê hemû kes tevlî xebatê bibe û tevkariyê pêşkêş bike."

Piştî axaftinan hunermed Udî Yervant Bostanci yê ku ji Emrîkayê hate li ser gora Ûzûn ud lêxist.