Nezaniya dewleta Tirk: Colemêrg bû 'Çölemerik'!

Nezaniya dewleta Tirk: Colemêrg bû 'Çölemerik'!

Durûtiya rejîma AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd her ku diçe xwe baştir dide der û înkara nêzî 100 salane li ser gelê Kurd heye, bi rêbazek din pêş dixe. Duh li Amedê, tevî navê nivîskar û helbestkarê Kurd Cegerxwîn, bi dehan navên din ên Kurd ên li parkan hatibû kirin hatin qedexekirin, îro jî “qaşo” navê Zanîngeha Hakkarî guhert û kir “Çölemerik” ango “Colemêrg.

Zanîngeha Hakkarî di sala 1988’ê de hat vekirin û heta sala 2008 girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû. Ji 2008 û vir ve bû Zanîngeha Hakkarî.

Rektoriya Zanîngeha Hakkariyê îro bi daxuyaniyekêra ragihand ku ji 7’ê hezîrana 2012 ve navê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Hakkarî bûye Dibistana Bilind a “Çölemerik” a Pîşeyî. Ev daxuyanî di çapemeniya Tirk de bi sernûçeyên “Navê Kurdî li Zanîngehê hat kirin” hat weşandin. Lê di rastiyê de navê Hakkarî bi Kurdî “Colemêrg” e ne ku “Çölemerik” e. Jixwe tîpa “ö” di nava alfabeya Kurdî de tune ye.

Duh jî, Qeymeqamtiya Kayapinarê ji ber navê “Cegerxwîn” doz li biryara ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû giritn vekir û dadgehê jî bi hincet navê “Cegerxwîn” di ferhenga Saziya Ziman a Tirkan de tune ye, navê Cegerxwîn qedexe kir. Dadgehê bi heman awayî biryara betalkirina 19 navên din ên parkan da. Meclîsa şaredariyê ji bo betalkirina biryara dadgehê serî li Dadgeh Bilind da.

Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn, beriya 4 salan li Amedê hat avakirin. Di vê navendê de bi hezaran ciwan û xwendekar perwerdeya şano, keman, gîtar, mûzîk, komputer û bi dehan beşên din dîtn û dibînin.

Dadgehê her wiha biryara qedexekirina van navan da;

Parka Zembîlfiroş, Parka 33 Kûrşûn (33 Gulle), Parka Derwêşê Evdî, Parka Nefelê, Para Daraşîn, Parka Bêzar, Parka Ciwan, Parka Sosin, Parka Jiyana Azad, Parka Aşitî, Parka Yekê Gulanê, Parka Beybûn, Parka Şîlan, Parka Roşna, Parka Rojbîn, Parka Rojda, Parka Berfîn, Parka Roşan.