Navê Cegerxwîn û 19 parkan hatin qedexekirin

Navê Cegerxwîn û 19 parkan hatin qedexekirin

Navê Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn a ku beriya 4 salan li navenda navçeya Kayapinara Amedê hat avakirin û heta niha bi hezaran kes perwerdehiya mûzîk, şano, komputerê dîtin, hate qedexekirin.

Qeymeqamtiya Kayapinarê ji ber navê “Cegerxwîn” doz li biryara ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû giritn vekir û dadgehê jî bi hincet navê “Cegerxwîn” di ferhenga Saziya Ziman a Tirkan de tune ye, navê Cegerxwîn qedexe kir. Dadgehê bi heman awayî biryara betalkirina 19 navên din ên parkan da. Meclîsa şaredariyê ji bo betalkirina biryara dadgehê serî li Dadgeh Bilind da.

Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn, beriya 4 salan li Amedê hat avakirin. Di vê navendê de bi hezaran ciwan û xwendekar perwerdeya şano, keman, gîtar, mûzîk, komputer û bi dehan beşên din dîtn û dibînin.

Dadgehê her wiha biryara qedexekirina van navan da;

Parka Zembîlfiroş, Parka 33 Kûrşûn (33 Gulle), Parka Derwêşê Evdî, Parka Nefelê, Para Daraşîn, Parka Bêzar, Parka Ciwan, Parka Sosin, Parka Jiyana Azad, Parka Aşitî, Parka Yekê Gulanê, Parka Beybûn, Parka Şîlan, Parka Roşna, Parka Rojbîn, Parka Rojda, Parka Berfîn, Parka Roşan.