Nathalie Baravian: Aşxane nasnameya me ye!

Nathalie Baravian: Aşxane nasnameya me ye!

Aşxane, wekê neynika vîzyona cîhana me û çanda me tê nirxandin. Di heman demê de wekê pek parçeyeke dîrokê jî tê dîtin. Nivîskarên pirtûka Aşxaneya Ermenî, Nathalîe Maryam Baravîan diyar dike ku aşxane ji me nasnameya me tîne.

Baravîan keçekek yek ji mexdurên qirkirina Ermeniyan a 1915’an ne. Xwe wekê nifşê sêyemîn ya Ermenî dide naskirin. Pirtûka wê ya bi navê ‘La Cuîsîne Armenîenne’ (Aşxaneya Ermeniyan) di 2007’an de li Fransayê ji weşanên Actes Sud derket , di heman salê de hêjayê Xelata Mezin a Aşxaneê (Gourmand Awards) û Xelata Mezin a Eugênîe Brazîer hat dîtin.

Pirîtuka Baravîan ji tarîfeyeke xwarina hêsan pêk nayê. Şahidiya dîrokek trîjîk û bi tevger dike û aşxaneeke herî kevn a cîhanê tîne roja me. Pirtûk, xwendekaran dibe dîrok û çanda ermeniyan.

Baravîan,wiha dibêje: “Aşxaneya Ermeniyan li aliyekê valahiyeke xelekekê tije dike. Fikara wendabûnê texmîn dike. Aşxaneya ermeniyan ji dapîra min j imin re maye. Mîrateya herî bi nirx e.”

Baravîan ku ANF û malpera nûçeyan a Fransiz Actukurde re axivî û balkişand ser girîngiya aşxaneên ku ji kevneşopiyê hatine û bandora ku li wan hatiye kirin û ji mîrateya wan ji wan re maye vegot.

TE ÇI XWARIYE BÊJE, EZ JI TE RE BÊJIM TÛ KÎ YE

*Di çanda gelekî de cihê aşxaneê çi ye an jî bi giştî mirov aşxaneê dikarin çwa binirxînin

-Nanpêjî ji hunera pijandina xwarinekê pir zêdetire. Hunereke parvekirinê, hunereke jiyanê û parçeyeke dîrokê ye. Der barê têkiliyên qada ku em lê ne, axa me û demê, rîtmên demê, pîrobazhiyên rîtuel û salnameya olî de agahiyan dide mirovan. Ji me re nasnameya me tîne. Gastronomê navdar yê Fransayê Brîllat-Savarî vê gotina xwe mafdar derdixe; Te çi xwariye bêje, ez ji te re bêjim tu kî ye.

*Di pirtûka xwe de hun şopa aşxaneya ermenî dimeşînin û hun dadikevin dîrok û kokan. Ev tişt bala mirovan dikişîne; Aşxaneya Ermeniyan, ji gelê ermenyan re şahidiyê dike. Belê vê dîroka trajîk bandorek çwa li ser çanda aşxaneyö kir?

-Dîroka aşxaneya ermehan ji 3 hezarî zêdetire. Bi aşxaneên kurd, yunan, tirk, ereb û osmaniyan re nêze. Surgunkirina Rojhilta Navîn û têkiliya Rusyayê re jî ev çand melez kir. beriya dema osmaniyan, bandora çanda Mogol û Bîzansê li seer heye. Lê ligel her tiştî taybetiyên xwe paratsiye.

Di pirtûkê de hundibêjin aşxane parvekirin û kêfxweiye. Dîsa hun dibêjin aşxane ji dayikê jib o keça wê hatiye dewr kirin. ji vê çandaw ji bo we çi ma.?

-Ev mîrateya herî mezin e ji bom in. Ji bapîra min j imin re ma. Nanpêjeke gelek baş bû. çavkaniya min ev bû. di temenê biçûk de Tirkiye terk kirine. Di nava bi hezaran tiştî de aşxaneya dayik û bapîra xwe j ime re anî vê rojê. Tecrubeyên xwe j ime re vegotin. Wê ji dayika min re, dayika min jî j imin re dew kir. çîroka min dişbie nifşê sêyekîn yê ermeniyan. Ji ber vê pirtûk girînge.

AŞXANE SEFÎRÊ HERÎ MEZIN A ÇANDA ME YE

-Em din ava xwe de xwarinên xwe parve dikin. Em aşxaneya xwe wisa keşf dikin. Belê aşxane sefîrê hreî mezin a çanda mirovane. Mînak din ava malbatê de roja Noelê, Anuş Abur(şîraniya Noelê ya ermeniyan) tê çêkirin. Dîsa çorekên paskalya û hêkên bi kaşilên pîvazan tê çêkirin hene.

*Nirxên çandî di vê dema kut ê kotin ‘Modern û hevdem’ di bin xetereya wendabûnê de an na?

-Ermenî ligel ku gelek welat hewandine nasnameya xwe paratine û entegre nebûne. Ev ji bo kul i jiyanê bimînin bÛ. Hê jî li hemberî vê têkoşîn heye. Ermenî ji bo ku çand, ziman xwe biparêzin gelek komele û dibistan vekirine. Xwe bi rêxistin dikin.

AŞXANEYA KU LI DIJÎ MODERNÎTEYÊ TÊDIKOŞE

*Îro tiştên ku em di pirtûk û televîzyonan de dibînin gelo dikare vê çandê bibe pêşerojê?

-Dapîra min bi salan çêkirina xwarinê nîşanê min dan. Belê pirtûk, televîzyon û malperên înternetê dibin alîkar lê mixabin şansê nifşê 3’emîn û çaremîn pir kême. Ji berk u têkiliyeke wan a raste rast tune. Xwendevan di pirtûka min de tenê ji tarîfeyên xwarinê ne, ji bi giştî çanda aşxaneê bandor dibin.

*Hun der barê çanda Fast food û xwedîbûna nifşê nû de çi difikirin?

Îro dem her ku diçe kin dibe. Bi taybetî jî li civakên bajar. Aşxaneya ermenyan jî wekê hemû aşxaneên mezi, bi modernîteyê bi zorê li hev dike. Ligel vê serkeftina pirtûkên xwrinê, bernameyên mutbeyên yên televîzyonê eleqeyê dibîne.

MANTI Û SUCUQ YA ERMENIYANE

*Heta avabûna komarê kurd û ermenî li ser heman axê jiyan. Ev tê wateya aşxaneek hevpar.Hun di lêkolînên xwe de rastî van hevpariyan hatin?

-Di xwezaya xwede çanda osmaniyan ji ya civakên cuda pêk dihat. Aşxaneên kurd, ereb, ermenî û yunan bandor kir. ji ber vê jî nokteyÊn wan yên hepvar pir bûn. Ji ber vê jî ya herî zehmet ev bu ku aşxaneya ermeniya bê cudakirin. Mirov nizane kî ji mirişkê, kî ji hêkê ye… Lê lêkolîna min xwarinên ermeniyan tespît kir. Mînak sucuk, pastirma û manti ya Ermeniyane.