Morofa Eliyê Evdilrehman derket!

Morofa Eliyê Evdilrehman derket!

Morof, berhema Eliyê Evdilrehman a pêşîn, cara pêşîn, di sala 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hatiye weşandin û piştî çil û pênc salan, ev cara duduyan e ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin û novela bi navê Morof û du parçe jînenîgarînameyên bi navê Bextê Wî Zilamî û Bextewariya ‘Emir bi xwe ve digire.

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, dixebite, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, novela pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Morof, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir, weşand.

Morof, berhema Eliyê Evdilrehman a pêşîn, cara pêşîn, di sala 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hatiye weşandin û piştî çil û pênc salan, ev cara duduyan e ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin û novela bi navê Morof û du parçejînenîgarînameyên bi navê Bextê Wî Zilamî û Bextewariya ‘Emir bi xwe ve digire.

ELIYÊ EVDILREHMAN KÎ YE?

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li Bakûrê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.

Sala 1955’an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.

Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.

Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, nivîskarê berhemên bi navê Xatê Xanim, Gundê Mêrxasan û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi novela xwe ya bi navê Morof ve, beşek ji serpêhatî û qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya serpêhatiya Morof û koçên Kurdan ên ber bi Ûris ve ji ber destê zordestiya dereke û navxweyî, bi gilîkirina çîroka wê koça Kurdan a mezin a di sedsala çûyî de berdewam e.