Mihrîcana Şehîd Bêrîtanê bi 'Rêwiyên Şad' dest pê kir

Mihrîcana Şehîd Bêrîtanê bi 'Rêwiyên Şad' dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem a Mexmûrê 5'emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan dest pê kir.

5'emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku ji her 2 salan carekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem tê lidarxistin, bi galaya fîlmê "Rêwiyên Şad" bi beşdariya sedan niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi dirûşmayan dest pê kir.

Di mîhrîcanê de dê ligel çalakî û şahiyên cur bi cur, bi aktîvîteyên, pêşangeh, werzîş û hwd. were dewlemendkirin. Îro saet 09.00'an li Navenda Hunera Destan a Şehîd Delîla wê helav were belavkirin û pêşangeh were vekirin.

Di saet 14.00'an de li Salona Sînemayê a Navênda Çandê wê Şanoya Koma Çiya (Gul û Berçem) derkeve ser dike, di saet 16.00'an de li sehaya futbolê wê Turnuvaya Voleybolê were destpêkirin.

Saet 19.30'an jî wê 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan bi awayekî fermî bi koro, axaftina vekirinê û peyaman û hwd. dest pê bike û sê rojan wê berdewam bike.