Mihrîcana Şehîd Bêrîtan bi çalakiyên rengîn didome

Mihrîcana Şehîd Bêrîtan bi çalakiyên rengîn didome

5’emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan di roja xwe ya duyemîn de bi aktîvîteyên cuda berdewam e.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan di roja duyemîn de bi coş û aktîvîteyên cur bi cur berdewam e. Danê sibehê ku Şanoya Çiya lîstîka "Gul û Berçem" pêşkêş kir, danê nîvro saet 12.00'an jî di çarçoveya parastina çanda xwe de dayikan xwarinên ku li malên xwe çêkirin bi organîzasyonekê, xwarinên xwe yên ji gelek deverên Kurdistan dan nasandin bi mêvan û niştecihan re pêkve xwarin.

Di organîzasyona xwarinê de ji gelek herêmên Kurdistan xwarinên cur bi cur bal kişandin. Ji meyir û keledoşa Cizîrê bigirin heta kutilk û birinca zer a Gabarê, ji pelevmaşa Çelê bigirin heta

Kofteyên helebê û şîşpereya Efrînê xwarinên bi lezzet û xweş hatin xwarin.

Dayikan dest nîşan kirin ku armanca wan parastina çanda Kurdî ye û bi wesîleya 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ew kêfxweş in ku di organîzasyoneke wiha de hatine gel hev û xwarinên xwe dane nasandin.

PANELA JINÊN CIWAN

Îro saet 14.00'an panelek bi beşdariya jinên ciwan ên wargehê hat lidarxistin. Di panelê de li ser taybetmendî û têkoşîna Fermandara Gerîlla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nirxandin û nêrîn pêş ketin, di heman demê de li ser rol û mîsyona jin a di têkoşîna gelê Kurd de û di pêşxistina têkoşîna jin de jî nîqaş hatin kirin.

Di panela ku 45 deqîqe berdewam kir de wate û girîngiya Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan jî ku hat destgirtin, di nêrînan de bi taybet ji bo jinên ciwan ên wargehê û bi giştî ji bo jinên Kurdistan daxwaza bilindkirina têkoşînê hat kirin.

TURNUVA YA VOLEYBOLÊ SIBÊ YE

Turnuvaya Voleybolê ya jinên ciwan yek ji aktîvîteyên 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan e ku duh di navbera taximên dibistana amadeyî pola 2 û pola 3 de dest pê kiribû û bi serketina pola 2 qediyabû îro di navbera taximên pola 2 û pola 3 de berdewam kir. Di encamê de pola 3 bi ser ket. Bi vê mebestê wê sibe maça fînalê di navbera taxima pola 2 ya dibistana amadeyî û pola 3 dibistana navîn de bê lîstin.