Mihrîcana Mûzîkê ya Amedê dest pê dike

Mihrîcana Mûzîkê ya Amedê dest pê dike

Li Amedê dê ji aliyê şaredaran ve di navbera 25-30’ê Îlonê de Mihrîcana Mûzîkê ya Amedê bê lidarxistin. Cîgira Şaredarê Amedê Hafize Îpek hemû Amediyan vexwende mihrîcanê.

Bi bşedariya Cîgira Şaredarê Amedê Hafize Îpek, Cîgira Şaredara Sûrê Nakşî Sayar, Cîgira Şaredarê Rezan Sema Koç, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Fevzî Yetkîn li Sînemaya Bûrhan Karadenîz Cep a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek der barê 1’emîn Mihrîcana Mûzîkê ya Amedê de hate dayîn.

Îpek der barê mihrîcana bi dirûşima “Em bi reng û dengê hunerê dimeşin azadiyê” de agahî daû got; “Weke ku em hebû dizanin, li vî bajarî gelek êşên mezin hatin kişandin. Em weke gel hewl didin ku bi piştevaniyê van birînan bikewînin, bi taybet piştî sala 1999’ê me dît ku çand û huner ji bo kêmkirina êşan û kewandina birînan mîna melhemê ye. Ji sala 2000 ve, ev 10 sal in Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Mezin a Amedê tê lidarxistin, ji aliyê Şardariya Sûrê ve Mihrîcana Zarkan, ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve Mihrîcana Ciwanan û ji aliyê şaredariyên Rezan û Kayapinarê ve jî xebatên girîng ên çand û hunerê hatin meşandin.”

Îpek destnîşan kir ku ji bo hevdîtina çand û hunera gerdûnî û neteweyî Amed xwedî cihek girîng e û got; “Ji ber wê ye ku daxwaza herî mezin a hunermedên ji Kobanê, Hewlêr, Urmiye, Êrîvanê û her derên Kurd lê dijîn ew e ku beşdarî Mihrîcanên Çand û Hunerê yên Amedê bibin.”

Îpek diyar kir ku îsal di qada çand û hunerê de gihiştine asteke gelek girîng û got; “Di mîhrîcanên ku çand û hunerê yên k udi nava 10 salan de pêk anîne hemû dîsîplînên hunerê din ava hev de ne û wiha wiha pêde çû: “Di encama nirxên me de em difikirin ku vê şêwazê êdî xwe temam kiriye. Ji ber vê yekê jî disîplîna hunerê di heman demê de di vê kêliya demê de me bernameyeke ku bi kûrahî mijarê dinirxîne, çêtir dît.”

Îpek destnîşan kir ku di meha gulanê de bi yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê re 18 komên şanoyê yên cuda anîne cem hev û wiha pê de çû: “Mîhrîcana şanoyê di mehan demê de cerebandinên herêmên cuda jî bi hev re dan parvekirin. Ji vir şûnde bi organîzasyoneke mezin ku di nav de şaredariya mezin, şaredariyên navçeyan,saziyên çand û hunerê û hemû dînamîk jî di nav de dê bi mîhrîcanên ku navê bajar li ser dihlêin demeke hunerî bidin destpêkirin.”

Îpek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera 25-30’ê îlonê de em dê Yekemîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê pêk bînin. Li Qada Deriyê Çiyê, li Qada Îstasyonê, Qada Batikentê, li Dîclekentê, li Qada Newrozê û gelek cihan dê muzîk ji bo gel bê pêşkêşkirin. Der barê dîroka muzîka kurdî de jî dê panel pêk bên dê stranên erdnîgariya Mezopotamyayê bên pêşkêşkirin. Hedefa mîhrîcana me eve ku çandên tune bûne ji nû ve bidin jiyîn.”

Îpek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di mîhrîcanê de dê hunermendên navdar ên wek Serhado, Îlkay Akkaya, Niyazî Koyuncu û gelek hunermenê din dê we re bin.” Îpek ragihand ku hemû gel vexwendiyên mîhrîcanê ye.