Mihrîcana Muzîkê bi dengbêjan berdewam kir

Mihrîcana Muzîkê bi dengbêjan berdewam kir

1’emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin", di roja 2'emîn de bi deng û awaza dengbêjan û konsera muzîkê berdewam kir. Li Kolana Hunerê Dengbêjên Hunerê yê Koma Praksis a Mêrsînê û li Parka Koşuyolu ji denbgêjên jin û mêr guhdarên xwe sermest kirin.

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" duh di roja 2'emîn de li Parka Koşuyolu û Kolana Hunerê bi awaz û stranên dengbêjan bedewam kir.

Endamên Komê diyar kir ku reng û nasnameya wan cûda be jî dê têkoşîna biratiyê berdewan bikin. Li Parka Koşuyolu Diwana Dengbêjan ên bi navê Dengbej Dayika Meyrem, Seyitxanê Boyaxçî, Apê Selhedîn, Silemanê Şirnexî, Cafer, Behiye û Ziynet bi stran û awazên xwe guhdar sermest kirin.