Mîhrîcana Dêrsimê bi ‘Dengê bavê min’ destpê kir

Mîhrîcana Dêrsimê bi ‘Dengê bavê min’ destpê kir

Li Dêrsimê 2'emîn Mîhrîcana Filman ya Mafên Mirovan ya Navneteweyî ya bi navê "Di nava 4 çiyan de sînema" û bi filmê "Dengê bavê min" destpê kir.

Li Dêrsimê 2'emîn Mîhrîcana Filman ya Mafên Mirovan ya Navneteweyî ya bi navê "Di nava 4 çiyan de sînema" tevlîbûna gelek kesan destpê kir. Mîhrîcanê bi filmê "Dengê Bavê Min" destpê kir. Vekirina Mîhrîcanê li Salono Sînema ya Midûriyeta Çand û Turîzmê destpê kir. Di bernameya vekirina mihricanê de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, şaredare Hozatê Cevdet Konak, nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de gelek kes amade bûn. Di vekirina mihricanê de strana "Sari Gelin" hate strîn. Di mîhrîcanê de bi kurdî (dimilî-kirmanci) û ermenî girse hate slavkirin. Di vekirinê de Şaredar Edibe Şahin, anî ziman ku wan wekî şaredariyê ev mîhrîcan organîze kiriye û li her derê cihanê wekî jiyana wan tê jiyandin û dibînin ku ew ne tenê ne.

Şahin, anî ziman ku armanca wan ji bo mirov tiştê herî xweş û baş çêbikin û wiha got: "Sala par jî me mîhrîcan pêk anî. Em hewl didin ku vê mihricanê bikin kevneşopiyek. Em dixwazin ji bo welatekî hîn demokratîk û mirov bi filmên herî xweş dema xwe derbas bikin.

'DENGÊ BAVÊ MIN'

Şahîn bendavên ku li ser rûbar û çemên Dêrsim û Mûnzûrê tên avakirin jî şermezar kir û xwest her kes bi hevre li dijî wêrankirina xwezayê raweste. Şahîn li ser komkujiyên 1938, 1980 90 û 94an jî rawestiya û destnîşan kir ku we van komkujiyan ji bîr nakin û dê hesap bipirsin. Piştî axaftinan mîhrîcanê bi filmê "Dengê bavê min" destpê kir. Pişti film plaket dan derhênerê film Zeynel Dogan.