Mîhrîcana Berxbirê hat betalkirin

Mîhrîcana Berxbirê hat betalkirin

Mîhrîcana Şahiyên Zozanan û Çand û Hûnerê ya Berxbirê ku her sal li zozanên Laleşa navçeya Elkê ya Şirnexê tê lidar xistin hat qedexekirin. Welatiyên ku li dijî vê qedexeyê derketin rastî mûdaxaleya polîsan hatin. Piştî bûyeran Şaredarê Elkê Yusuf Temel daxuyanî da û diyar kir ku ew gihîştine armanca xwe û anî ziman ku ew ê daxuyaniya girseyî bidin.

Piştî ku Mîhrîcana Şahiyên Zozanan û Çand û Hûnerê ya Berxbirê ku her sal li Zozanên Laleşa navçeya Elkêya Şirnexê tê lidarxistin hat qedexekirin, di navbera girseya ku ber bi qeymeqamiyê ve dimeşiya û polîsan de pevçûn derketin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mûdaxaleyî girseyê kir û welatiyê bi navê Ekrem Ataman xist bin çavan. Dikandarên li navenda navçeyê jî ji bo biryara wezareta karên hundir û mûdaxaleya polîsan şermezar bikin derebeyên dikanên xwe girtin.

Piştî êrîşa polîsan Şaredarê Elkê Yusuf Temel û rêvebirên BDP'yî bi qeymeqamê navçeyê re hevdîtin pêk anîn. Şaredar Temel piştî hevdîtinê hat avahiya BDP'ê û daxuyanî da. Temel got; "Kêm be jî em gihîştin armanca xwe. Welatiyên ku ji serê sibê heta niha ji bo tevlî mîhrîcanê bibin hatine li noqteyên kontrolê tên rawestandin. Dîsa bêrîvanên xwestin biçin û sewalên xwe bidoşin şeveqê heta niha mexdûr bûne. Em li vê derê mîhrîcana xwe bidawî dikin. Em ê sibê li avahiya BDP'a navçeyê daxuyaniyeke girseyî bidin."