Mihîrcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr destpêkir

Li Dersimê Mihîrcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr ya 16. bi hatina herêmê ya gelek Pîrên Elewî û Dayikan bi dûa û gulbangê destpêkir

Îsal 16'emîn Mihîrcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê li Jara Gola Çeto, bi beşdariya pîr û dayikên Elewiyan bi dûayan dest pê kir. Bi sedan kesên li Jara Gola Çeto hatin gel hev, di hizûra pîr û dayikan de Dûayê Qadê xwendin. Bi Gûlbangên re Çera hatin şiyarkirin û mihrîcanê dest pê kir. Bi Çaran le çira hatin pêxistin, dayikan hêviyên dile xwe anîn ziman û zêmar berz kirin.

Menşure Dogan a ji Ocaxa Derwêş Cemal di gotobêjê de axivî û di rêya heq de behsa jinê kir. Dogan bi lêv kir ku di şeva ku cem tê gerandin de, wê baweriya xwe bidin jiyan kirin. Dogan eşkere kir ku ew ji dîrokê heta niha gelek caran bi zilmê re rû bi rû mane.

Pîrê Ocaxa Seyîd Seyfettîn Hasan Sonmez jî li ser heqîqet û zayîna heqîqetê nirxandin kirin. Sonmez eşkere kir ku heqîqet di dilê mirovan de ye û ev tişt got: "Heqîqeta meya pêşeroj û paşerojê heye. Di cîhanê de gelek tişt guherî, lê bawerî neguherî."

Ji Ocaxa Pîr Sevdînê Pîr Riza Katûrman destnîşan kir ku dema Dersim tê gotin, komkujî tê bîra mirovan û ev tişt anî ziman: "Li ser komkujiyan re 70-80 sal derbas bû, lê gelê Dersimê dest ji çand, dîrok û baweriya xwe berneda."