Mezûnên destpêkê yên akademiya çandê ya li Rojava

Li Akademiya Çandê ya Ş. Yekta Herekol ku yekemîn akademiya çand û hunerê ya li Rojava ye, şagirt piştî perwerdeya salekê mezûn bûn. Şagirtan qala perwerdeya xwe kirin.

Yekemîn Akademiya Çand û Hunerê ya Rojava, ku li ser navê Şanoger Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ve hat vekirin, duh 42 şagirt mezûn kir.

Rêveber û şagirtên akademiyê, ji ANF'ê re qala armanc û asta perwerdeyê ya li akademiyê kirin.

'ME XEWN Û XEYALÊN OCALAN Û ŞEHÎD YEKTA BI CIH ANÎN'

Jîn Elî Mensûr ku yek ji rêveberên akademiyê ye û di vê dewreyê de şagirta beşa muzîkê bû, da xuyakirin ku bi avabûna akademiyê re wan xewn û xeyalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şanoger Yekta Herekol ên ji bo avakirina akademiya çandê bi cih anîne. Mensûr diyar kir, li akademiyê dersên bîrdozî jî hebûn, lê bi giranî wan dersên hunerê dîtine.

Mensûr got, "Ev dersên hunerê hem ji aliyê teorî hem jî ji aliyê pratîkî ve hatin dîtin. Her wiha dersên hevpar hebûn, ku hemû beşên huner, dîrok, dersa ziman û dîroka Kurdistanê bi hev re dîtin. Lê di heman demê de her beşê li gorî bernameya xwe ya dersê perwerde dîtin. Di nava dersên hevpar de bi taybetî dersa li ser Dîroka Kurdistanê ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber ku me dersên dîrokê yên rejîmê dîtibûn. Her wiha tevlîbûna hevalan ji her kantonê, ji her bajaran li vê perwerdeyê, dewlemendiya Rojava derxist holê.

Di bernameya dersê ya her beşê de dersên girîng hebûn. Li akademiyê me 3 mehan dersa zimanê Kurdî, 3 mehan dersên hunerê ji aliyê teorî ve, 3 mehan jî ji aliyê pratîkî ve ev ders dîtin. Mînak; hin ji şagirtên hatin akademiyê di destpêkê de xwendin û nivîsandina bi Latînî nizanîbûn. Li vê akademiyê ji bo 3 mehan dersa ziman dîtin. û niha tezên xwe bi Kurdî amade kirin. Gihîştin wê astê ku karibin berhemên xwe bi Kurdî amade bikin."

'EM Ê BI ERKA XWE YA DI NAVA ŞOREŞÊ DE RABIN'

Mensûr da zanîn, ku di dersên pratîkê de wan gelek berhem amade kirine û di vê der barê de got, "Beşa sînemayê bi qasî 12 fîlmên kurt amade kir. 5 dokûmanter hat amadekirin. Beşa govendê karê xwe bi rêxistin kir. Festîvaleke govendê hat lidarxistin. Bi navê 19'ê Tîrmehê projeyek hat amadekirin. Wekî din 5 pêşangehên wêneyan hat organîzekirin. 5 lîstikên şano hatin amadekirin û 2 ji wan hatin lîstin. Ji bilî vî karê hevpar, her kesî xebateke şexsî jî meşand. Her kesî ji xwe re tezek hilbijart. Li ser govendê, deng û gelek mijarên din lêkolîn hatin kirin û proje hatin pêşkêşkirin.

Dewreya me ya destpêkê bû. Dibe ku kêmasî hebûn. Lê belê bi van derfetên kêm, karekî girîng hat kirin. Hewldanên berfireh ên mamosteyan hebûn. Vê yekê jî encamên serketî bi xwe re anî. Di nava salekê de me hem perwerde dîtin, hem jî pratîk kirin. Me berhem afirandin û ev yek nîşan dan. Hevalên ji vir mezûn bûne wê li herêmên cuda bixebitin. Yên ji beşa sînemayê mezûn bûne wê li Saziya Sînemayê ya Rojava bixebitin. Beşek ji hevalên me jî wê li vir bimînin û weke mamosteyan dewam bikin. Yanî ev akademî jî wê dewam bike, lê tiştên em li vir hîn bûne, em ê bigihînin civakê. Em ê bi rola xwe ya di nava şoreşê de rabin."

'EM Ê ÇANDA XWE JI NÛ VE ZINDÎ BIKIN'

Şagirtê beşa govendê Zana Mûsa jî li ser armanca xwe ya tevlîbûna perwerdeya li akademiyê got, "Em dixwazin govend û çanda Kurdan a bi bandora serdestan bi windabûnê re rû bi rû ye, ji nû ve zindî bikin." Mûsa diyar kir, ku ji Ewropa, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelek mamosteyên Akademiya Yekta Herekol hene û got, "Li vê akademiyê, ji aliyê dersên govendê ve me bi giranî perwerdeya govenda herêma Bakurê Kurdistanê dîtin. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê çanda govendê hatiye windakirin. Lê belê li ser govenda li Rojava lêgerîn û lêkolînên me çêbûn. Em dixwazin govendê bi rengekî zanistî binirxînin û wê hînî zarokên xwe bikin. Wekî din kincên me yên neteweyî jî dane ji bîrkirin. Ev jî di nava govendê de cih digirin. Em ê van ji nû ve derxînin holê. Ji ber ku Kurd bi çanda, kinc û govenda xwe tên naskirin."

'ME XWEST WÊNEYÊN KURDAN DERXÎNIN HOLÊ'

Bawerîn Sîno a ji Kantona Efrînê tevlî perwerdeyê bû, di beşa wêneyan de perwerde dît. Bawerîn Sîno got, "Di nava saleke perwerdeyê de me xewn û xeyalên xwe bi cih anîn. Me li vê derê ruhê hunerê derxistin holê. Çand û huner bingeha civakê ye. Li akademiyê em bi vê hişmendiyê xebitin. Ez bi xwe di beşa wêneyan de bûm. Li ser wênevaniyê lêkolînên me çêbûn. Hin kêmasiyên me hebûn. Lê belê me bi dilxwazî lêkolîn kirin. Me xwest wêneyên Kurdan derxînin holê û bingeha vê hunerê li Rojava ava bikin."

'EZ DIXWAZIM BI KOMUNA ŞANO RE BIXEBITIM'

Cîhad ê ji bajarê Amûdê jî got, "Min xwest bibim yek ji şagirtên destpêkê yên akademiyê û bi vî rengî min qeyda xwe li beşa şano ya akademiyê çêkir. Di nava salekê de em gihîştin asteke girîng a perwerdeyê. Me hem perwerdeya ramanî hem jî ya ziman dîtin. Di beşa şanoyê de hem perwerdeya teorîk hem jî ya pratîkê dîtin. Di nava 3 mehan de me dersên ziman û ramanî dîtin. Piştre 2 mehan dersên teorîk, 3 mehan jî dersên pratîkî yên hunerê hatin dîtin. Ez dixwazim di dema pêş de bikevim nava komuna şano ya li Amûdê û pê re bixebitim."

'EV KAR WÊ TIMÎ DEWAM BIKE'

Şengal ku tevlî perwerdeya li vê akademiyê bû got, "Di wê demê de ez li Şengalê bûm. Û dema min bihîst Akademî vedibe, min xwe pêşniyar kir. Pêşniyara min hat qebûlkirin. Li vê derê di beşa muzîkê de min perwerde dît. Weke şagirtên muzîkê em 17-18 heval bûn. Weke şagirtên dibistanê me îro hunera xwe pêşkêş kirin. Piştî vê perwerdeyê her yek ji me wê biçe cihekî. Bi hêza ji vê perwerdeyê wergirtî, em ê hewl bidin kêmasiyên li qadên şano, muzîk û hwd. çareser bikin. Valahî wê nebe. Em êdî mezûn bûne û wê ji deverên cuda şagirtên nû bên. Ev xebat wê her tim bidome. Li ser vê bingehê serketinê ji hemû hevalan re dixwazim."

...