Mehmet Uzun dê li Stochkolmê bê bîranîn

Mehmet Uzun dê li Stochkolmê bê bîranîn

Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Mehmet Ûzûn ku di 11’ê cotmeha 2007 de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, dê li paytexta Swêd Stockholmê bê bîranîn.

Bîranîn dê ji aliyê Kulûba PEN’a Swêdê ku Ûzûn demek dirêj endamê wê bû û Sendîkaya Nivîskarên Swêdê ve tê lidarxistin û dê gelek nivîskar û rojnamevanên Kurd û Swêdî beşdarî bîranînê bibin.

Di nava beşdarn de Seroka berê ya PEN’ê nivîsar Agneta Pleijel, Şefa berê ya çandê ya rojnameya Dagens Nyheter Arne Ruth, Firat Cewerî, Jonas Modig, Jonas Nygren, Katarina Frostenson, Kjell Espmark, Maria Modig, Mustafa Can, Omer Sheikhmous ve Seyidxan Anter jî beşdar bibin.

Parlementera Parlementoya Ewropayê Marita Ulvskog ku doza Ûzûn bû û her wiha dê hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco jî beşdarî bîranên bibin û behsa bîranên Ûzûn bikin.

Çalakiya bîranîna Ûzûn dê di 11’ê cotmehê, roja pêşnçeşmê saet di 18.00 de li Navenda Perwerdeyê ya Karkera pêk bê.

MEHMED ÛZÛN KÎ YE?

Mehmet Ûzûn di sala 1953'an de li Siwêrega Rihayê hate dinê, piştî darbeya 12'ê Îlonê demekê kin li Girtîgeha Amedê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket 15 salan li bajarê Stockholm ê Swedê di sirgunê de jiya. Di 1981'de ji welatiyê Tirk hate derxistin û heta 1992'an nehat Tirkiyeyê. Ûzûn, bi salan di Yekîtiya Nivîskarên Swedê de endamtiya lijneya rêveberiyê kiriye. Ûzûn di nava Kulûba Pen a Swedê û Kulûba Navneteweyî ya Pen'ê de cih girt û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swedê û Cîhanê kiriye. Ûzûn ji ber romana "Ronî Mîna Evînê- Tarî Mîna Mirinê" û ceribandina "Kulîlkên Hinaran" di 2001'î de hate darizandin piştî van herdu pirtûkan Ûzûn ji ber axaftinên xwe yên panel û gotubêjan jî gelek caran hat darizandin. Ûzûn li ser van darizindanina wiha gotibû "Ez hînê holên dadgeha bûme. Lê hinî salonên konferansê nebûme." Bêrikirina 15 salan a ji bo welat wekî gelek nivîskar û hunermendên din yên Kurd Ûzûn jî bi nexweşiyeke ket û di 11'ê cotmeha 2007 de li Amedê jiyana xwe ji dest da.

BERHEMÊN MEHMED ÛZÛN

Ûzûn ku ji 1985'an pê ve dest bi nivîsandinê kir 7 romanên Kurdî bi giştî 20 berhemên xwe yên Kurdi paş xwe hişt. Pirtûkên Ûzûn ku di serî de Tirkî wergeriyane 19 zimanan. Pirtûkên Ûzûn ev in: Tu (Roman), Mirina Kalekî Rind (Roman), Siya Evînê (Roman), Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Roman), Destpêka Edebiyata Kurdî (Lêkolîn), Hêz û Bedewiya Pênûsê (Ceribandin), Mirina Egîdekî (Destan), Världen i Sverige (Hemû dinya li Swêdêye) Antolojiya Edebiyata Kurdî (Antolojiya Wêjeyê), Bîra Qederê (Roman), Kulîlkên Hinaran (Ceribandin), Ziman û Roman (Gotûbêj), Afirandina zimanêkê (Bir Dil Yaratmak), Söyleşiler (Gotubêj), Dengbêjên min (Dengbêjlerim) (Ceribandin), Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê (Roman), Demên Zincîrkirî û Peyvên zincîrkirî) (Ceribandin), Hawara Dîcleyê (Roman).