Marquez dest ji nivîsandinê berda

Marquez dest ji nivîsandinê berda

Nivîskarê Komlombiyayî yên li cîhanê navdar Gabriel Garcia Marquez bi nexweşiya demansa ket û ragihand ku wî êdî bi temamî dest ji nivîsandinê bedaye.

Birayê nivîskarê navdar ê 82 salî ku xelata Nobelê wertiye, daxuyaniyekê da BBC û diyar kir ku birayê wî Marquez gelek caran telefonî wî dike û her tim axaftinan dubare dike.

Birayê wî diyar kir ku Marquez bi temamî dest ji nivîsandinê berdaye û got ku pirsgirêka bîrê ya nivîskar heye. Birayê Marquez got; “Ez carna idbêjim ez ê wî wenda bikim û digirîm.” Jaime Garcia Marquez ragihand ku ew yekem kesê ji malbatê yê der barê vê mijarê de daxuyanî dide ye û got; “Di warê fîzîkî de baş e. Heta niha tiştek ji henek û keyfxweşiya xwe kên nekiriye. Lê ev demek dirêj e demansê dijî” û bal kişand ku ev nexweşî ji berê de di nava malbata wan de heye.

Pirtûka “Tenêtiya Sedsalê” ya Gabriel Marquez di sala 1967 de hat weşandin û weke berhemê sereke yê bizava ciwanan hat qebûlkirin. Ev pirtûk li zêdetirê 30 zimanan hatiye wergerandin û heta niha zêdetir 30 milyon pirtûk hatiye firotin.

Ev demek dirêj e Marquez li Meksîkayê dijî. Di sala 1999 de bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.